Du sal in li pey cenazeyê kurê xwe ye

  • 09:05 2 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
WAN - Behîce Kaya ku du sal berê kurê wê di êrişa hewayî ya li Tendurek a Agiriyê de jiyana xwe ji dest da, hîna cenazeyê kurê xwe negirtiye. Behîce diyar kir ku bila dawî li îşkence û zilma li cenazeyan tê kirin bînin. 
 
Di 12’yê Hezîrana 2021’ê de li herêma Tendurek a Agiriyê piştî pevçûna hat jiyîn şûnde êrişa hewayî ya hat destpêkirin, di encamê de Kasim Kaya (Şoreş Andok) ê HPG’yî jiyana xwe ji dest dabû. Tevî ku malbatê heta niha sê caran ji bo DNA’yê mînaka xwînê da jî hîna cenaze nehatiye dayîn. Di heman demê de piştî Kasim Kaya ku jiyana xwe ji dest da şûnde jî zextên li ser malbatê jî bi dawî nebûn. Dayika Kasim, Behîce Kaya du sal in cenazeyê kurê xwe digere.
 
Behîce ku daxwaza cenazeyê kurê xwe kir, di heman demê de banga dawî kirina şer kir û nêrînên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re parvekir.   
 
3 caran xwîn da, lê bersiv tuneye
 
Behîce, anî ziman ku kurê wê di sala 2013’yan de tevlî Tevgera Azadiyê bûye û di sala 2021’ê de jî li Tendûrekê jiyana xwe ji dest daye. Behîce, destnîşan kir ku ew di televîzyonê de hîn bû ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Li ser vê yekê hevjînê min û çend xizmên me bi hev re çûn li wir. Dema çûn ji dozgeriyê pirsa cenaze kirin, dozgeriyê pirsên wek ‘Kî ji we re got, hûn ji ku zanin? Partiyê ji we re got?’ pirs kirin. Lê belê hevjînê min û xizmên me gotin em ji televîzyonê hîn bûne. Dozgeriyê got ‘Raste me kuştiye û kiriye goristana bêkesan’. Me cenazeyê xwe xwest. Ji me re gotin biçin xwînê bidin û em çûn xwîn dan. Lê belê cenazeyê me nedan me. Piştî ku hevjînê min vegeriya Wanê carekê din lê geriyan gotin werin xwînê bidin û hevjînê min jî çû xwîn da. Lê belê dîsa bersiva DNA’yê nedan heta par havînê. Piştre carekedin me geriyan û gotin werin xwînê bidin û li ser vê yekê ez jî çûm min xwîn da. Lê bi ser şehîtketina kurê min de 2 sal derbas bû lê hîn jî cenazeyê wî nadin min. Lê em li gelek cihan pirsa cenazeyê xwe dikin. Lê hîna tu bersivek nedan me.” 
 
‘Bila êdî ev şer bisekine’
 
Hêvî û daxwaza Behîceyê ew e ku cenazeyê kurê xwe bibîne û wiha axivî: “Ez dayik im û kezeba min dişewite. Ez dixwazim cenazeyê kurê xwe bibînim. Ez lê dinêrim ku dayikên zarokên wan şehît ketine diçin li ser gorên zarokên xwe, lê gora kurê min tuneye ku ez jî biçim. Bila hestiyên kurê min bidin min û li ser gora wê diayan bikim. Ez ji dewletê tenê cenazeyê kurê dixwazim. Me heta niha 3 caran xwîn da lê bersiv nedan me. Dixwazin bi vê awayî zilmê li dayik û malbatan bikin. Banga min ji hemû dayikan ew e ku bila li dijî vê şer derkevin û bêjin ji vê xwînê bidin sekinandin. Em wekheviyê dixwazin. Em jiyaneke xweş û aram dixwazin. Em kurd in û em aştiyê dixwazin. Em dayik rabin li ser piyan û vê şerê bidin sekinandin. Şewata dilê hemû dayikan wek hev in.”
 
Di tu ol û baweriyê de ev yek tuneye’
 
Behîce, bal kişand li ser cenazeyên ku di qûtiyan de an jî bi kargoyê radestî malbata tên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Edalet vê yekê qebûl nake. Di tu ol û baweriyan de ev yek tuneye. Divê hurmetê nîşanî cenazeyan bidin. Kezeba me dayikan dişewite. Îro kî dibe bila bibe dema jiyana xwe ji dest bide em heman hurmetê nîşan didin. Çima ew hurmetê nîşanê cenazeyê me nadin. Ev îşkence û zilme tê kirin.”