Bi kampanyayê hişmendiya civakî tê armanckirin

  • 09:03 2 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ÊLIH - Aktivîsta TJA û Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Nurten Ûzûmcû, bal kişand ser kampanyaya ku dest pê kirine û diyar kir ku herî zêde jin ji şer bandor bûne û jin wê dîsa li dijî şer li ber xwe bidin û destnîşan kir ku ew bi vê kampanyayê ew armanc dikin hişmendiya civakî pêş bixin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA)  di 15’ê Îlonê de li Rihayê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” deklerasyona kampanya ku da destpêkirin ragihand. Piştre li gelek bajaran der barê kampanyaya ku starta wê li Sîlopiya Şirnexê hat dayîn li gelek bajaran jî derbarê kampanyayê de daxuyanî hatin dayîn.
 
Aktîvîsta TJA'yê û Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nurten Ûzûmcû, têkildarî kampanyaya 6 mehan a ku dê li dijî tecrîd, polîtîkayên şerê taybet, tundiya li ser jinê û talankirina xwezayê bê meşandin, nirxandin kir.
 
‘Di êrîşan de armanc pêşî lê girtina statuya gelê Kurd e’
 
Nurtenê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên dewletê ne tenê bi Bakur re sînordar in, li Rojava, Rojhilat û başûrê Kurdistnê jî êrîş pêk tên. Nurtenê anî ziman ku armanca van êrîşan pêşîlêgirtina satuya gelê Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Dema ku em li şerên berê dinerin, em dibînin ku yên herî zêde ji şer bi bandor dibin jin û zarok in.  Niha jî bi heman awayî, di operasyonên derveyî sînor de yên herî mexdûr jin û gel in. Îro rastiyek wek Şengalê û di encama êrîşan de mexdûrkirina Mexmûrê heye. Em jî wek Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikişînin ser vê rastiyê me kampanyaya xwe ya ku da destpêkirin aliyekî wê jî  ev rastî ye.”
 
‘Şoreşa Rojava bûye mînak’
 
Nurtenê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa Rojava û destnîşan kir ku di vê şoreşê de jî bi heman awayî têkoşîna herî mezin jinan da. Nurtenê wiha bilêvkir: “Ji ber ku îro têkoşîna jinên Rojavayê û rola wan di vê şoreşê d bandorek gerdûnî kir. Îro em li tevgerên jinên li cîhanê dinerin, Şoreşa Rojava ji wan re bûye mînak. Bi vê kampanyayê armanca me hem di warê neteweyî, hem jî li qada navneteweyî û Rojhilata Navîn avakirina hişmendiyek civakî ye. Bi şer serkeftin pêk nayê. Em şerê di nav Ermenîstan û Azerbaycan de jî dibinin ku li wê jî jin tên mexdûrkirin. Lê dîsa jî tê xwestin ku rûyê şer bê veşartin. Rastî ev e ku bi şer re nasname, erdnigarî, çand û xweza tê tune kirin.”
 
‘Bi pêşengtiya jinan em ê hestiyariya civakî ava bikin'
 
Nurtenê  li dijî şer binê kampanyaya TJA’yê xêz kir û destnîşan kir ku ev kampanya ji aliyekî ve li dijî operasyonên li derveyî sînor û  êrîşen li dijî jinan dê bibe bersivek. Nurtenê da nişandan ku her çiqas şerekî fîzîkî tune be jî bi awayê qirkirina çand, xweza û qetilkirina jinan şerek tê meşandin. Nurtenê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Armanca vê kampanyayê bi pêşengiya jinan avakirina hestyariyek civakî ye. Em ê di  kampanyayê de bi jinan re bên cem hev û xebatên xwe bimeşînin. Her çiqas di şer de ya herî zêde bi bandor dibe jin be jî dê ewqas jî li dijî şer têbikoşe.”