Ligel lêdan û binçavkirinê daketin Qada Galatasarayê

  • 12:04 30 Îlon 2023
  • Rojane
STENBOL - Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan bi qûrnefîlên sor ji du baskan dest bi meşê kirin lê meşa wan hate astengkirin û bi ledanê 26 kes hatin binçavkirin. 
 
Dayikên Şemiyê yên bi daxwaza aqûbeta windayan zelal bibe û faîl bên darizandin û girtin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin, di hefteya 966’emîn de jî çalakiya xwe li dar dixin. Ji bilî malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik jî vê hefteyê piştgiriya çalakiyê kirin. 
 
Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî qedexekirina qadê biryara “binpêkirinê” da jî 26 hefte ne polîs nahêlin ku Dayikên/Mirovên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bibin. Polîsan dîsa bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê çalakiya dayikan asteng kirin. Polîsên ku destûr nadin çalakiyê wek her hefteyê qadê û hemû kolanên ku derdikevin qadê bi bariyeran girtin.
  
Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan bi qûrnefîlên sor ji Cadeya Îstîklalê ji du baskan dest bi meşê kirin lê Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ên meşa wan hate astengkirin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de herî kêm 26 kes hatin kelemçekirin û bi lêdanê hatin binçavkirin. 
 
Rojnamevanên xwestin lêdan û binçavkirinê bikişînin weke her hefteyê vê hefteyê jî ji cihê dorpêçê hatin dûrxistin. Welatiyên li derdorê bi çepikan demekî dirêj piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê. 
  
Dayika Mûrat Yildiz ê di bin çavan de hate windakirin, Hanîfe Yildiz li dijî tiştên di nava dorpêçê de qewimîn bi gotina “Bihêlin em biçin” bertek nîşan dan. Polîs li dijî berteka Yildiz got “Şovê neke”. Yildiz jî got “Şov nîne, zarokê min winda ye.”