'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinê ye'

  • 09:11 30 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
 AMED – Di vê dema ku salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêzîk dibe û tecrîd her ku diçe giran dibe de jina têkoşîna xwe ya di vî warî de ku heta niha dane nirxandin û diyar kirin ku li dijî tecrîdê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ divê zêdetir têbikoşin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah bi komployek navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de hat girtin û anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ji roja anîne û hata niha li Îmraliyê rehîn tê girtin. Herwiha ev 30 meh e tu agahî jê nayê sitandin û di bin tecrîdeke giran de ye. Jinên Kurd ji dema ku Abdullah Ocalan anîne Greva Îmraliyê û heta niha ji bo azadiya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi çalaki, meş û protestoyan têkoşînek mezin didin. 
 
Jinan  derbar têkoşîna xwe ya ku hata roja îro li dijî tecrîdê dane nirxandin kir. 
 
‘Xwenasîna jinê li cîhanê belav bû’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Aynur Sarica ku nirxandin kir, daxuyand ku divê di serî de tevgera azadiyê bê naskirin ku vê tevgerê ji bo xwenskirina jinê û jin mafên xwe bizanibe cihek taybet digire. Aynurê destnîşan kir ku demek dirêj e  berxwedanek bêhempa di vî warî de tê meşandin û 50 salê jin ji bo mafên xwe têdikoşin. Aynurê diyar kir  ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de Komploya Navneteveyî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat û di serî de jin dibêjin ew bi fikr û felsefeya vê tevgerê hene. Aynûrê wiha dewam kir: “ Li dijî vê tecrîdê herî zêde jin sekinin. Ji ber vê seknê, me dît ku bi Abdullah Ocalan re xwenasîna jinê ne tenê li Kurdistanê li cîhanê belav bûye. Ji ber vê ye ku ew ne tenê rêberê gelê Kurd, rêberê hemû gelan û bindesta ye. Ji ber ku ger em felsefeya brêz Ocalan binasin, em baş dibinin ku hemû kêmar û neteweyan xwe bi vê felsefeyê nas kirine. Ji ber vê yeke jî jin baş dizanin ku netevdewlan xwestine ji her  alî ve mafên jinê binpê bikin. Bi binpêkirina mafên wê jî qayîn nebûne û jin wekî dîl û wek robotek hesibandine. Lê belê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadiyê jina got; divê em jiyanek hevpar ava bikin. Avakirina wê jî bi dest û fikriyeta jinê wê pêk bê.”
 
‘Heta Fikra Abdullah Ocalan azad nebe em jî azad nabin’
 
Aynûrê da zanîn ku jin ji destpêka Komploya 9’ê Cotmehê û heta niha ne tenê ji bo bidawîkirina tecrîdê, ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalanji li ber xwe dane. Aynurê da nîşandan ku netevdewlet bi bertekin û dema mijar dibe Kurd, herkes ker û lal dibe. Aynûrê wiha pê de çû: “Ji ber ku hemû dewletên navneteweyî li dijî van êrîş û tecrîda li ser gelê Kurd tê meşandin bêdeng dimînin, em dibêjin bêdengî şîrikatiya sûcê hatiye kirin e. Divê li her deverê li dijî tecrîda girankirî û komploya bêhiqûqî bertek bên nişandan. CPT'ê di lêkolîna xwe ya li Îmraliyê de di raporan de çi not kir, çi dît? Me agahdar jî nekir. Serlêdanan malbatan û parêzeran red dikin. Em wek jinên vê têkoşînê dimeşînin, dibêjin divê ku girtî be jî maf heye û divê bê parastin. Em ê li kolanan, malan û bi rêya çapemeniyê li ber xwe bidin. Ji ber ku em dizanin heta ew fikra Abdullah Ocalan azad nebe em jî azad nabin."
 
‘Demokrasiya Tirkiyeyê giredayî Îmraliyê ye’
 
Aynûrê di dawiya axaftina xwe de bilêvkir ku ev şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin jî girêdayiyê tecrîdê ye û  li hemû qadan tecrîd hatiye girankirin. Aynûrê balkişand  ser çareseriya pirsgirêka kurd û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Heta ev tecrîd neyê bidawîkiri çareserî nayê dîtin. Pirsgirêka Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê girêdayî Greva Îmraliyê ye. Ev êrîş herî zêde bandorê li ser me jinan dikin û ji ber wê herî zêde em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Heta azadî û serxwebûnê em ê li ber xwe bidin.”
 
‘Em heta dawiyê li pey serokê xwe ne’
 
Fatma Akbaş jî di destpêka axaftina xwe de Komploya 9 Cotmehê ya li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin şermezar kir û diyar kir ku tu carî vê komployê qebûl nakin. Fatma anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li ser girtigehan, jinan û hemû kurdan tê meşandin. Fatmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em vê qebûl nakin. Li zindanan û hemû Kurdistanê tecrîd heye. Jina qetil dikin û ciwanên me digrin. Em devletên navneteveyî jî şermezar dikin ji ber ku hevkarê vê komployê bûn. Em heta dawiyê li pey serokê xwe ne û li cem girtiyên xwe, zarokên xwe ne.”
 
‘Ji rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ditirsin’
 
Fatmayê di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku tecrîd ne tenê fîzîkî tê meşandi, li ser fikr û ramanên Abdullah Ocalan jî tecrîd heye. Fatmayê destnîşan kir ku ji rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ditirsin û wiha bilêvkir: “ Niha hemû cîhan dizanê ku fikrên serokatî girîng in. Li ser hemû mirovan bandor dikin. Ji ber wê ye ku naxwazin gel hînî van fikaran bibe. Ew dixwazin gel nezan bimînin. Mirovên nezan ji kerî pergalê tên ji ber vê yekê jî fikrên serokatî tên tecrîdkirin. Niha hêz di destê wan de ye û ji ber vê yekê jî serokatî xistine nava çar dîwaran. Hem li ser serokatî hem li ser girtiyên din bi giştî tecrît heye. Zindan û serokatî girêdayiyî hev in.”
 
‘Divê jin li dijî tecrîdê dest bidin hev’
 
Fatmayê balkişand ser têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê û diyar kir ku divê jin hemû dest bidin hev.  Fatmayê  wiha bi dawî kir: “Bila şer bisekine. Mirovên me tên qetilkirin, em van qebûl nakin û  li hemberî vê ne. Em bi her awayî li cem gelê xwe ne.”
 
‘Divê jin di çareseriya pirsgirêka kurde xwedî rol be’
 
Gulîzar Akin jî di axaftina xwe de cih da belavbûna tecrîdê û da nîşandan ku li ser gelê Kurd tecrîdek mezin heye. Gulîzarê destnîşan kir ku tecrîd bi taybetî li ser girtiyên jin  tê meşandin û lêgerînên tazî, girtiyên ku li gel cezayên wan qediya ye nayên berdan mînak da. Gulîzarê wiha got: “ Bi mahneyên cûrbicûr di girtigehan de tên girtin. Bi taybetî mafên jinan tê binpêkirin. Divê bi lêz û bez mafên jinan li wan bên vegerandin. Ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd divê jin xwedî rol be. Ev ji bo Tirkiyeyeke demokratîk lazim e. “
 
‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya jina ye’
 
Gulîzarê da zanîn ku nayê xwestin pirsgirêka Kurd çareser bibe û rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî bidawîkirina tecrîdê  derbas dibe. Gulîzarê da xuyakirin ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya jina ye û di dawiya axaftina xwe de wiha behs kir: “Ji ber ku her tişt bi jinan re tê çêkiri ku jin bixwaze dikare her tiştî biguherîne. Vê nêrînê jî Abdullah Ocalan da jinan. Divê jin di bidawîkirina tecrîdê de xwedî rol bin. Ger jin cih negirin ne li Tirkiyeyê demokrasi ava dibe, ne jî tecrîd ji holê radibe. Ji bo em mafên xwe bidest bixin û bidawîkirina tecrîdê ez dibêjim ‘Jin Jiyan Azadî’.”