'Di Rêveberiya Xweser de hiqûq li gor mafê mirovan tê birêvebirin'

  • 09:09 30 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
Gulistan Şahin
 
QAMIŞLO - Endama Meclîsa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Atiye Yûsif beşa hiqûqê ya di Rêveberiya Xweser de nirxand. Atiyeyê da zanîn di Rêveberiya Xweser de hiqûq li gor parastina mafê mirovan tê birêvebirin û got:"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hiqûq li ser esasên parastina jinan, wekhevî û azadiya gelan hat avakirin. Heta ji destên me bê em ê ji bo hiqûqeke azad û demokratîk xebatên xwe bidomînin."
 
Gelê kurd bi têkoşîna ku bi salan e meşandiye û berdelên pê re daye, hebûna xwe ji tevahî cîhanê re daye îspatkirin. Gelê kurd di sedsala 21'emîn de têkoşîna îspatkirina hebûna xwe dide û di wê oxirê de berdêlên giran dide. Ji bo jiyaneke bi rûmet ev berxwedan û têkoşîn hîn jî didome. Bi vê têkoşînê re destkeftiyên giranbiha hatin bidestxistin. Yek ji van destkeftiyana Şoreşa Rojava ye. Bi vê şoreşê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergalek demokratîk û wekhev hat avakirin. Paradîgmaya azadiya jinan û parastina ekolojîk esas hat girtin. Gelek sazî û dezgeh hatin avakirin û jinan di van saziyana de roleke çalak û girîng girtin ser milê xwe. Li dijî rejîma BAAS'ê ya jin tune dihesiband û dijminatiya gelan dikir pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin bû mînaka demokrasî, azadî û wekheviyê. Ji bo parastina van nirxên girîng jî hiqûqeke demokratîk û azadiya jin û civakê diparêze ket meriyetê. Hiqûqa ku li ser esasên parastina exlaqê civakê hat avakirin di meriyetê de ye. Bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re serdemeke nû di aliyê hiqûqê de dest pê kir.
 
Di hiqûqê de exlaq
 
Hêmana sereke ya ku civakê dike civak exlaq e. Di çarçoveya parastina exlaqê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala hiqûqê tê avakirin.  Ev yek ji bo azadî, wekhevî û rizgariya civakekê têgeheke sereke ye. Di heman demê de hiqûqa ku li dijî tundiya li ser jinan disekine di meriyetê de ye û bi vî rengî jî tundiya li ser civakê jî tê astengkirin. Tundî ji ber bandoreke neyînî li ser exlaqê civakê jî dike loma tedbîra di warê hiqûqê ya li dijî tundiyê jî gelekî girîng e.
 
Demokratîkirina hiqûqê
 
Di vê çarçoveyê de ji bo ku edalet pêk were, tenê riyek dimîne ew jî demokratîkirina hiqûqê ye. Îktidarên dewletan bi rê ve dibin gelek caran hiqûqê ne li gor berjewendiyên gelan li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin. Loma jî aliyê hiqûqê yê demokratîk ji holê tê rakirin.
Loma li vir çêkirina zagon û makezagonên demokratîk jî gelekî girîng in. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo zagon û makezagonên demokratîk gelek caran civîn hatine kirin û nîqaş hatine meşandin. Jixwe armanca şênber a meşandina wan nîqaşan, pêkanîna çêkirina makezagonek demokratîk û di vê makezagonê de temînkirina maf û nasnameya gelê kurd e. Lê belê ev zagon û makezagonan nasname û mafên gelên din jî diparêzin.
 
Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Atiye Yûsif beşa hiqûqê ya di Rêveberiya Xweser de nirxand.
 
‘Di Rêveberiya Xweser de hiqûq û qanûn tê birêvebirin’
 
Atiyeyê hiqûq çiye û di nav Rêveberiya Xweser de çawa tê birêvebirin wiha nirxand: “Hiqûq  û qanûn gelek berfireh in. Hiqûq tê wateya mafên hemû mirovan û parastina van mafan. Di Rêveberiya Xweser de, hiqûq û qanûn tê birêvebirin. Hiqûq di her alî de mafê mirovan diparêze, lê qanûn di dadgehan de mafê mirovan diparêze. Qanûn tiştên sûc û tiştên nesûc derdixîne holê. Qanûn di dadgehê de tê pêkanîn.”
 
‘Li gor pergala Rêveberiya Xweser nûnertiya jinê ji sedî 50 ye’
 
Atiyeyê zagonên ku di Rêveberiya Xweser de cih digirin wiha anî ziman: “Qanûn li her welatî li gor birdoziya her dewletê tê pêkanîn. Li gor siyasetê qanûn tê nivîsîn. Di Rêveberiya Xweser de qanûn li gor gelek mijarên girîng û li gor mafên mirovan hatiye nivîsandin. Yek ji wan zagonan ku gelek girîng e, wekheviya di navbera jin û mêr de ye. Di heman demê de pergala hevserokatiyê ye. Her wiha nûnertiya jinê ya di hiqûq û hemû pergala Rêveberiya Xweser de ji sedî pêncî ye. Wekhevî di hemû qanûnan de heye. Di pergala Edaleta Civakî de du qademe hene û dema yek sûcekî dike yekem di aliyê civakî de tê destgirtin û xwe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin. Dema em dibînin ew pirsgirêk nayên çareserkirin, gava duyem tê pêkanîn ku ew pirsgirêk tê dîwana edaletê. Di pergala me de pergala desteyê heye û ji 3 heta 5 kesan cihê xwe tê de digirin. Di daîreya dozgeriyê de tenê beşek e. Li welatên din dadger û nûnerên giştî ji hev cuda ne, lê pergala me ji ya dewletê pir cudatir e.”
 
‘Mijarên xweser aîdî Mala Jinê ne’
 
Atiyeyê pergala hiqûqê ya di dadgehê de wiha nirxand: “Di pergala dadgahê de em cudabûnê dixin navbera ceza û medenî de. Çi dosyayên ceza yên sûc hebin, ev yek diçe ofîsa li dijî sûcan û ew jî dişînin dadgeran. Dadger jî ger belge û îspat hebin karê xwe dike û li wan kesên ku sûc kirine dozê vedike û ji Desteya Dîwana Edaletê re, bi rê dike. Ev yek jî qanûnek e. Dozên medenî jî bi riya Komîteya Lihevkirinê tên çareserkirin, lê ya xweser aîdî Mala Jinê ye. Dozên mîna pirzewac û zewaca bi temenê biçûk girêdayî Mala Jinê ye. Mala Jinê van dozan ji dadger re dişînin. Pirsgirêk dema di nav civakê de çêdibin, ew jî mafê wan e ku komîteyên xwe yên lihevkirinê pêşniyar bikin û ev yek li pêşiya gel vekiriye.”
 
‘Gelek destkeftî hene’
 
Atiyeyê herî dawî destkeftiyên ku bi dest xistine wiha anî ziman: “Yek ji mijara herî girîng wekheviya di navbera jin û mêr de bû. Ev yek pêk hat. Ya duyem jî pergala hevserokatiyê bû ku jin û mêr wekî hev kar û xebatê dimeşînin. Ji bo jin û mêr bikaribin bi hev re biryarê bidin pergala hevserokatiyê gelekî girîng e. Lê ketina vê yekê ya meriyetê, kedek mezin dixwest, ji ber neqebûlkirinek hebû. Ji bo sererastkirina van nefêmkirinan gelek kar û perwerde dihat xwestin. Em li gor pergala dewletê mezin bûbûn, loma pêkanîna wekheviya li gor pergala Rêveberiya Xweser, ked û hewldanek mezin dixwest. Heta niha jî zehmetî hene, lê destkeftiyên wê jî pir in. Rêveberiya Xweser di demek kin de hatiye avakirin, lê ruxmê wê jî gelek gavên girîng avêt. ”