MED TUHAD - FED’ê ji bo kongreyê bang kir

  • 09:08 29 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - MED TUHAD - FED’ê ji bo kongreya wê sibê bi dirûşma ‘Bi rihê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin’ li Amedê pêk bê bang kir.
 
Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (MED TUHAD FED) bi dirûşmeya ‘bi rihê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin’ wê di 30’e îlonê de li Demîr Otelê duyemîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne.
 
Berdevka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya û endama komeleyê Safiye Akdag, balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û banga xwedîderketinê li girtîgehan kir.
 
Emîne Kaya der barê kongreyê de axivî û wiha got: “Der barê kongreyê de me malbatên girtiyan ziyaret kir. Em çûn serdana sazî û partiyên siyasî. Me pêşniyarên wan girt. Du mehan xebatên me berdewam kirin. Aliyê mexdûriyetê pir giran bû. Dadgeh ceza dibire lê dadgerî dikare xera bike. Heta wê demê gelek hevalên me girtî dimînin. Hevalek me ya ciwan hebû. 21 salî bû. Lêgerîna tazî lê kiribûn. Ev ji bo wê û malbata wê tiştekî giran bû. Divê ev neyê normalkirin. Divê em hemû li ser vê rewşê bisekinin. Em ê bi rêveberiya xwe ya nû re xebatên xwe bidomînin. Em banga tevlibûna kongreyê li her kesî dikin.”
 
Tecrîd didome
 
Safiye Akdag da zanîn divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û wiha vegot: “25 sal berê komploya navneteweyî dest pê kir. Tecrîda li ser Birêz Ocalan 25 sal in didome. Tecrîdê bandor li ser hemû qadan kiriye. Divê em li dijî dijhiqûqiyan li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û xwedî li girtiyan derkevin.” 
 
Safiyeyê her wiha di dawiya axaftina xwe de wiha banga tevlibûna kongreyê kir û got: “Ez hemû gelê me vexwendî kongreyê dikim. Em ê 30’yê îlonê roja şemiyê saet di 10.00’an de li Demîr Otelê kongreya xwe pêk bînin. Hatina we wê me kêfxweş bike.”