'Heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê li berxwe bidin'

  • 09:07 29 Îlon 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertekên xwe anîn ziman wiha gotin:"Heta ku em azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger dikin em ê li berxwe bidin. Em ê têkoşîna xwe belav bikin û ger em nebin jî wê neviyên me vê tekoşîna ji bo azadiya Rêbertî dewam bikin. Jiyan bê Serok ji bo me heram e. Em ê ji bo azadiya Serok her tim rêya têkoşîn û berxwedanê hilbijêrin."
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe. Tevî serlêdanên parêzeran jî bi hincetên pûç û vala hevdîtin tê astengkirin. Li dijî vê yekê li Kurdistanê û derveyî welat çalakî û nerazîbûnên li dijî tecrîda giran dewam dikin. Jinên li Helebê dijîn têkildarî mijarê nirxandin kirin. Jinan di axaftinên xwe de peyama berdewamiya têkoşîna li dijî tecrîdê dan. 
 
'Dixwazin me ji ramanên Rêberê me dûr bixin'
 
Endama Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan, Remziya Îbrahîm Salih, dayika Pakrewan Alan li dijî tecrîdê berteka xwe nîşan da û got: "Ev bû 25 sal in, dewletên faşîst tecrîdek giran bi ser Rêberê me de bi domdarî didin meşandin. Dixwazin raman û fikrên Rêberê me ji holê rakin. Dixwazin ji me dûr bixin. Lê em ê li berxwe bidin û ew ê bi ser nekevin."
 
'Wê çalakiyên me bidomin'
 
Remziya da zanîn ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çi ji destên wan bê wê bikin û wiha pê de çû:"Dewleta tirk dixwaze me ji fikir û ramanên Rêberê me dûr bixe lê belê em dûr nakevin. Bila ew xwe nexapîne, ji ber em li ser fikir û ramanê Rêberê xwe îro jiyana xwe berdewam dikin. Rêberê me ji bo azadiya tevahî jinan, gelên bindest li berxwe dide. Wê çalakiyên me bidomin. Çi ji me bê xwestin em ê ji bo azadiya Rêberê xwe bikin."
 
'Heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê li berxwe bidin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Remziya soza mezinkirina tekoşîna ji bo bidawîkirina tecrîdê da û got:"Em ê rih û canê xwe teslîmî Rêberê xwe bikin. Heta ku em azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger dikin em ê li berxwe bidin. Em ê têkoşîna xwe belav bikin û ger em nebin jî wê neviyên me vê tekoşîna ji bo azadiya Rêbertî berdewam bikin. Jiyan bê Serok ji bo me heram e. Em ê ji bo azadiya Serok her tim rêya têkoşîn û berxwedanê hilbijêrin."
 
'Pêwîst e li ser rewşa Rêbertî kes bêdeng nemîne' 
 
Di heman demê de jî Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zeyneb Ebdullqadir berteka li dijî tundî û tecrîdê nîşan da û wiha dest bi axaftina xwe kir:"Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan vê tecrîda ku li ser Rêberê me berdewam e, bi tundî şermezar dikin. Her wiha em daxwaza bihîstina agahiyek li ser Rêberê xwe dikin. Her wiha pêwîst e parêzerên Rêbertî bi wî re hevdîtinê bikin. Ka rêxistinên ku ji bo mafê mirovan bang dikin, çima bi erka xwe ranabin? Rêberê me ev du sal in tu agahî jê nayê girtin lê em ê her dem şopdarê fikir û ramanên Rêberê xwe bin."