'Bila girtiyên nexweş bên berdan'

  • 09:06 29 Îlon 2023
  • Rojane
 
WAN - Salîha Marti diyar kir ku li hember girtiyên siyasî nefret tê hewandin û daxwaz kir ku kurê wê yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne û hemû girtiyên nexweş bên berdan.
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe. Binpêkirinên mafan, girêdayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan  zêde dibin û bandor li ser hemû girtiyan bi taybet jî girtiyên nexweş dikin. Saziya Tipa Edlî (ATK) raporên ‘dikarin girtî bimînin’ didin û srelêdanan red dikin. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di 2022’an de 78, di 5 mehên ewil yÊn 2023’an de 15 girt^ijiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên ÎHD’ê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene.
 
Yek ji van girtiyên nexweş Seyfettîn Marti ye. Seyfetin ji 2015’an heta niha li girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne. Seyfettîn nexweşê FMF (Agirê Akdenîz yê Malbatî) û tanisyonê ye. Di 2021’ê de krîza dil derbas kir û ji ber nexweşiyê gelek caran rakirin nexweşxanê. Tevî vê ne tê tahliyekirin  û hemû serlêdan jî tên redkirin. Dayika wî Salîha martin da zanîn ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.
 
‘Şertên xerab yên girtîgehê bandorê li ser me jî dikin’
 
Salîhayê bi lêv kir kir ku kurê wê 9 sale nexweşê FMF’ê ye û got: “Her tim derman bi kar tîne. Em nizanin ku li wir her tim didinê an na. Bi hinceta bi rojan dernaxin revîrê. Şertên xerab yên girtîgehê bandor li ser me jî dikin. Lêgerînên wan me bêzar dikin. Her derê lêgerîn dikin em nerehet dibin.”
 
‘Li malê qe nebe li ber çavên me ne’
 
Salîhayê wiha domand: “Agahiya me tûne ye ku derman didinê an na. Kurê min ji ber em xemgîn nebin agahî nade me. Tansiyona çav heye. Berçavk bi kar tîne. Gelek nexweşe. Carna girtî pir nexweş dikevin radikin nexweşxanê lê agahiya malbatan tûne ye. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Li malê bin qe nebin li ber çavên me ne. Tû sûcê kurê min tûne ye. Kesek nekuştiye. Tenê pankatek hildaye û ji ber vê ceza lê hat birîn. Girtiyên nexweş bi taybet ceza dikin.  Zarokên me ciwan ketin hundir û cezayên giran lê dibirin. Dizan kujeran derdixin. Lê yên siyasî bernadin.”
 
Pirsgirêkên aborî
 
Salîhayê da zanîn ku kurê wê zewicandiye û ew gelek zehmetiyan dikşînin û wiha bi lêv kir: “Di alî aborî de rewşa me nebaşe. Hevjînê min naxebite. Ne teqawîte. Tenê mûçeyê kalbûnê digire. Bûka min naxebite. Kurê min yê din jî nexweşê FMF’ê ye. Nikare di înşatan de bixebite. Rewşa me wisa ye. Ez çawa li du zarokan binerim ez çawa bibim dibistanê. Em neçarin zarokan bişînin dibistanê. Ez di kirê de me.Divê girtiyên nexweş bên berdan. Divê ji bo zarokên wan bên berdan. Ji bo tenduristiya wan bên berdan. Bê berdan wê hem li zarokên xwe binêre hem jî derman bibe. Ez niha parsekiyê jî bikim divê ez li wan zarokan binerim.”
 
Salîhayê di dawiya axaftina xwe de  bang kir ku divê demildest rewşa girtiyên nexweş li ber çavan bê girtin, hîna ku derneg nebûye bila nexweş bên berdan.