Jinên Amedî: Sedema koça tê kirin îqtîdar e

  • 09:03 29 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Ciwanan bal kişandin ser zêdebûna çûna welatên Ewropayê piştî hilbijartinan a ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê û bal kişandin ser xirabûna şert û mercên jiyanê, tunebûna derfetên perwerde û xebatê û zêdebûna tundiya li jinan.
 
Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê li her qadê krîz gav bi gav kûrtir dibe. Çavkaniyên ku ji bo şer hatine veqetandin krîza aborî kûrtir dikin, ji hemû beşên civakê, bi taybetî jî ciwanan, koçeke dijwar ber bi welatên Ewropayê ve heye. Piştî hilbijartinên 14-28'ê Gulanê çûn hîn zêdetir bû. Ciwanên Amedî yên ku di warê aborî de zehmetiyan dikişînin, nikarin pêdiviyên xwe yên dibistanê bi cih bînin, piştî qedandina dibistanê jî ji pêşerojê bi fikar in.
 
Ciwanan sedemên koça xwe ya ber bi welatên Ewropayê ve vegotin.
 
'Qeyrana aborî dibe sedema çûyîna derve'
 
Di destpêkê de Simay Kaya ya ku ji bo derbasî zanîgehê bibe xwe amade dike axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê pergala perwerdeyê hilweşiya ye,  perwerde li ser bazirganiyê tê avakirin. Simayê anî ziman ku ji ber vê yekê jî di  perwedeyê de newekhevî derdikeve holê. Simaya ku daxuyand sîstema ezmûnan jî gelek xirabe wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu xwendevan bi awayek wekhev di vê pêvajoyê de ji bo pêşerojê nikarin xwe amade bikin. Ji xwe armanc pêşxistina xwendevanan nîne, têkçûna xwendevanan e. Em hem ji aliyê derûnî ve û hem ji aliyê fîzîkî ve gelek bi bandor dibin. Stresa em tê de ne hûn  dikarin ji pirzikên li ser rûyê min bibînin. Ez ji bo ezmûna YKS amadekariyê dikim, hem di warê derûnî û hem jî di warê aborî de neyînî bi bandor dibim. Rewşa aboriyê her ku diçe xirab dibe. Pereyê tirk li gel ewro û dolar winda dike. Ev jî gelek bandorê li me dike, bihabûna pirtûkên testê du qat zêde bûne. Pirtûka testê ya min wê rojê bi 100 TL sitandibû, niha bûye 300 TL Di navberê de ferqeke %200 heye. Ez naxwazim ji malbata xwe re bibim bar. Niha pelek fotokopiyê jî bûye 2 TL em nikarin kopî jî bikin.”
 
‘Heta ku ev desthilatdarî neçe başbûn çênabe’
 
Simayê da zanîn ku pirsgirêkên civakî jî bi qasî yên aboriyê dibin sedema çûyîna wan a derve. Simayê daxuyand ku jin nikarin êvarê bi tenê derbikevin derve û mudaxale li awayê jiyana wan tê kirin. Simayê wiha bilêvkir: “ Li vî welatî ji bo azadiyê tu tişt tune ye. Azadiya xweîfadekirinê, mafê jiyanê tune ye û ji her alî ve pirsgirêk heye. Bi taybetî jî jin ji vê bi bandor dibin. Şert û mercên li vê derê ewqas zorê dide me ku em naxwazin li vê derê bimînin, cihê ku em dixwazin biçinê xweşkirina wê ji me re baştir tê. Ev rojên me yên başin, demên herî xirab li hêviya me ne. Pêşeroja me tarî ye. Mixabin di bin navê olê de îradeya me ya azadiyê tê asttengkirin. Ez li hemberî vê me. Heta ku ev desthilatdarî vî welatî rêve bibe wê rewş neguhere.”
 
‘Jin ji ber şêwaza lixwekirinê bi zextan re tên rû hev’
 
Hêrkan Îsmail jî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku sedêma çûyîna  derveyî welat ya herî mezin tunebûna azadiyê û rewşa aboriyê ye. Hêrkanê da xuyakirin ku jin ji ber şêwaza lixwekirina cilan bi zextan re rûbirû dimînin û wiha got: “ Jin nikarin di rê de bimeşin, nikarin bi dilê xwe kinc li xwe bikin, ji ber ku tecawizî wan tê kirin. Ez ji mecbûrî dixwazim biçim. Pir ji me eciz dibin. Dibêjîn divê hûn ji vir biçin. Ji ber zext û zoriyan mirov koçber dibin. Li ser gelê Kurd jî zextek gelek mezin heye. Zimanê kurdî qedexe dikin.”
 
‘Bihayî pêşketina hunerê asteng dike’
 
Sena Sudenaz Tirpan jî anî ziman ku ji bo xwendevanan îmkan tune ye û destnîşan kir ku ew xwendevaneke hunerên bedew e û gelek zehmetiyên aboriyê dikşîne. Sena Sudenazê wiha got: “ Ez xwendevana hunerên bedew im û alavên ku pêdiviya min ji bo hunerê pê hene gelek biha ne. Ji ber şert û mercên jiyanê em mecbûrî çûnê tên kirin.”
 
'Jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin'
 
Verde Abdî jî wek jinekê daxuyand ku jin li Tirkiyeyê di jiyana rojanê de gelek zehmetî dikşînin. Verdeyê destnîşan kir ku jin di bin zextê de ne, jiyaneke azad najîn. Verdeyê wiha pê de çû: “Jin ji ber zext û zoriya cinsî koç dikin. Jin nikarin li gorî ku dixwazin kinca jî li xwe bikin û mudaxele li şêwêyê jiyana wan tê kirin. Di rê re çûna jinekê jî dibe pirsgirêk.”
 
‘Budçe ji şer re tê veqetandin’
 
Verdeyê balkişand ser butçeya ku hikûmet ji bo şer vediqetîne û da xuyakirin ji ber şer gelek mirov tên kuştin. Verdeyê anî ziman ku bila budçe li şûna şer ji bo tendirûstî û hunerê bê veqetandin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “ Li vê derê jiyan tune ye. Ez nikarim li cihekî bi tenê bimeşim. Jiyaneke bi dilê xwe nikarim bijîm.”
 
‘Li vê derê xebata jinan çewt tê dîtin’
 
Helîn Zuhal Zumrutê di destpêka axaftina xwe de da nîşandan ku jin ji ber tundî  û pirsgirêkên aborî diçin derveyî welat. Helînê da zanîn ku li Tirkiyeyê ji bo malbateke du kesî re jî mûçeya 16.000 Tl têrê nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li vê derê xebata jinan çewt tê famkirin û qadên xebatê li jinan tên qedexekirin. Ji ber vê jin dixwazin biçin dervê welat. Herwiha xwendevan jî gelek zehmetiya dikşînin. Piştî Koronayê û erdhêjê em ji dersên xwe paşdê man. Ev jî ji bo çûnê sedemeke. Li vêderê pergala perwerdê têk çûye. Mamoste jî êd aciz dibin. Li vêderê bavê ji bo zaroka xwe nikare pêlîstikekê bistîne, xemgîn dibe.”
 
‘Mafên bijîşkan tune ye’
 
Serra Kara ya xwendekara Tipê ye jî diyar kir ku jin li Tirkiyeyê wekî mirova çîna duyem in û ji ber newekheviya cinsî koç dikin. Serrayê wek xwendevanek Tipê destnîşan kir ku ji ber binpêkirina mafên bijîşkan gelek bijîşk berê xwe didin derve û wiha dom kir: “ Ez dixwazim bibim bijîşk û neştergeriyê bikim lê belê niha her neşdergerek herî kêm 3 parêzerên wan hene. Bi taybetî jî wek jinekê ez ditirsim. Herwiha em bi hişmendiya ‘bila bijîşka jin hevjîna min muayene bike lê belê bila keçika min nexwine’ re dijîn. Ev jî dibe sedema çûyîna derve. Bi taybetî li ser jinên bijîşk zext heye û çawa ku li Îranê dibêjin bila jin dema ku regl dibin erebeyê neajon, li vê derê jî bi heman awayî dibêjin bila ameliyat nekin.  Ev ne mirovahi ye."
 
Di qada tenduristiyê de jî jin tên marjinalkirin
 
Helda Geylani jî xwendevanek Tipê ya pola duyem e û diyar kir ku jin ji bo hebûna xwe kedê didin û di nav bijîşkan de jî jin ji hev tên veqetandin. Heldayê di berdevamiyê de ev nirxandin kir: “ Beriya destpêka zanîngehê min xwe bêhêvî hîs kir. Ji ber qeyrana aboriyê xwendevan nikarin zanîngeha bi dilê xwe bixwînin. Bi rastî jî xwendina Tipê piştî astekê gelek dijwar dibe, bi taybetî jî malbat nikaribe ji aliyê aboriyê ve piştgirî bide, dijwartir dibe."
 
‘Mêr tundî û zextê li jinan dikin’
 
Şeval Deniz jî di destpêka axaftina xwe de binê hişmendiya baviksalarî xêz kir û da zanîn ku mêr dijminatiya jinan dikin. Şevalê bi bîrxist ku mêr tundî û zextê li jinan dikin û wiha bi lêv kir: “ Li vê derê pirsgirêka kar heye û gel zêdetir ji bo kar diçe derve. Ez naxwazim biçim, malbata min li vê derê ye, ez naxwazim ji malbata xwe dûr bikevim."
 
‘Tê xwestin ku pergala şerîatê li vê derê jî bê avakirin’
 
Sema Pinar jî balkişand ser polîtîkayên bêkarhîştinê û wiha pê de çû: “Îmkanên kar her ku diçe kêm dibin û mezûnên zanîngehan jî zêde dibin lê belê hejmara kadroyan zêde nabe. Ji ber vê yekê jî mirov li welatê xwe heqê nane xwe nikare derxe û diçin dervê welat. Şert û mercên xebatê yên welatên deve baştir tên ji bo me. Her wiha tê xwestin ku  pergala şerîatê li vê derê jî bê avakirin û ev jî dibe sedema çûyîna derve ya jinan. Jin nêrînek azadî dixwazin. Lê belê li vê derê ev tune ye. Ez ji bo şert û mercên xebat û jiyanê yên baştir dixwazim biçim.”
 
‘Ciwantiya me têk dibin’
 
Rotînda Ekîcî jî derbarê mijarê de wiha nirxandin kir: “ Em ji bo rizgarkirina pêşeroja xwe mecbûrî çûnê tên kirin. Du birayên min jî li derve ne. Em nikarin xeyalên xwe jî pêk bînin. Derketina ji welatê xwe  ji bo mirov gelek nexweş e. Bi rastî em bi daxwaza xwe naçin. Ma kî dixwaze ji welatê xwe dûr bikeve?  Ev sirgûn e. Yên ku diçin bi hêviyeke pêşerojeke xweş diçin. Ciwantiya me têk dibin. Ez 19 salî me lê belê xwe 70 salî hîs dikim.”
 
‘Jin tên qetilkirin û kiryar bêceza tên hîştin’
 
Berfîn Butanri jî  ji çûyîna dervê welat desthilatdariya AKP- MHP’ê berpirsiyar dît û ev tişt got: “  Li vê derê êdî jiyan tune ye. Li vê derê mafên jinan tên binpêkirin û jin tên qetilkirin. Ji xwe edalet qet tune ye, kiryar  bêceza tên hîştin. Du rojan digrin û piştre berdidin.”