'Deriyê heviyê yê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li Îmraliyê ye'

  • 09:04 28 Îlon 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Zeynep Oduncu bal kişand ser girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got, “Em ji vir careke din bang dikin ku divê di zûtirîn demê de muzakere bên destpêkirin. “Deriyê hêviyê yê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li Îmraliyê ye."
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dibe. Li gel vê tecrîdê pirsgirêkên civakî jî her ku diçe zêdetir dibin. Li gel tecrîda 30 mehe li ser Abdullah Ocalan serêdanên parêzer û malbatan ku tên kirin jî bi hincetên pûç û vala bersîveke erînî nayê dayîn.  Parlamentera Êlihê yaPartiya Çep a Kesk Zeynep Oduncu diyar kir ku kûrbûna krîza civakî jî bi tecrîdê ve girêdayî ye û got ku çareserî bi destpêkirina hevdîtinên bi Îmraliyê re pêkan e.
 
'Em nikarin behsa demokrasiyê bikin'
 
Zeynepê, anî ziman ku Tirkiye niha di rewşeke têkçûyî de ye û bal kişand ser hevdîtinên ku di navbera salên 2013 û 2015'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatine kirin. Zeynepê got, “Bi hevdîtinên di dema pêvajoya aştiyê de gelên li Tirkiyeyê nefesek girtin. Vê jî bi her awayî bandora erênî li ser cvakê kir û aramî anî.  Lê ji ber ku dewletê dev ji polîtîkayên şer ên hikûmetê berneda û di şer de israr kir, pêvajoya aştiyê têk çû. Piştî têkbirina pêvajoya aştiyê  niha em nikarin li Tirkiyeyê behsa demokrasiyê bikin. Em niha pêvajoya ku hiqûqa dewetê tune ye û daraz bi tevahî siyasî tevdigere dijîn."
 
'Dijhiqûqiyeke ku bandora xwe li herderê dike heye'
 
Zeynepê da xuyakirin ku bingeha hemû krîzên li Tirkiyeyê neçareseriya pirsgirêka Kurd e û got, “Em di pêvajoya ku li Tirkiyeyê daxwazên gelê Kurd nayên nîqaşkirin, nayên axaftin û tên paşguhkirin re derbas dibin. Sedema herî mezin a krîza heyî ya li Tirkiyeyê, tecrîda li Îmraliyê ya li ser li Birêz Abdullah Ocalan ku li hemû girtîgehan belav bûye ye. Yanî tecrîd tenê ne li Îmraliyê, îro li hemû girtîgehan belav bûye. Mixabin her roj ji girtîgehan agahiyên mirina girtiyên nexweş û  girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin tê. Pêkanînên wekî doza Kumpasê ya Kobanê bêhiqûqiya ku tê kirin nîşanî me dide. Ger ku tecrîda li ser Îmraliyê bê bidawîkirin û bi Birêz Abdullah Ocalan re ku muxatabê çareseriyê ye disa hevdîtin bê kirin, em di wê baweriyê de ne ku atmosfera aştiyê ya di salên 2013-2015’an de, dîsa dikare pêk bê."
 
'Pêvajo çareseriyê dikare dîsa bê destpêkirin'
 
Zeynepê, diyar kir ku destûr nayê dayîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne bi malbat û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û diyar kir ku ev zêdeyî 30 meh in tu agahî jê nayên girtin. Zeynepê diyar kir ku ev nêzîkatiyeke dijhiqûqî ye û got, “Ji bo sererastkirin û derbaskirina krîzên li Tirkiyeyê, divê beriya her tiştî tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Pêwîste di zûtirîn demê de bi malbat û parêzerên Birêz Abdullah Ocalan pê re hevdîtinê bikin. Ji ber ku bi rastî jî pêdiviya gelê Kurdistanê bi peyam û dengê Birêz Ocalan heye. Îqtîdara  AKP-MHP’ê bi şerê dide meşandin hebûna xwe didomîne. Em behsa hikûmeteke ku bi polîtîkayên xwe yên şer zêdetir mirovan xizan dike û hemû budçeyê ji şer re vediqetîne, dikin. Di vê rewşê de em dikarin bi zelalî bibêjin ku ger tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û bi Îmraliyê re muzakere bê kirin; Der barê girtiyên me yên siyasî yên li girtîgehan de jî wê gav bên avêtin. Ger dev ji polîtîkayên şer berdin, dê aborî baş bibe û aştî were Tirkiyeyê. "Em di baweriya ku pêdîvî bi serdemeke nefesgirtinê heye de ne. Ji ber vê jî bidawîkirina tecrîdê girîng e."
 
'Em amade ne ku gavên pêwîst bavêjin'
 
Zeynepê got, "Weke Partiya Çep a Kesk, piştî ku tecrîd ji holê rabe, em ê ji bo bidawîkirina krîzên piralî yên li Tirkiyeyê dest bi avêtina gavên pêwîst bikin." Niha li Tirkiyeyê edalet tune ye. Em ê di vê çarçoveyê de weke Partiya Çep a Kesk bi gelê xwe re di bin banê parlamentoyê de hemû xebatên pêwîst bidin destpêkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di van demên dawî de hemû rêyên çareeriyê xitimandine. Wê nikaribin bi polîtîkayên xwe yên li hemberî gelê Kurd vî gelî ji daxwazên wî dûr bixin.  Em dibêjin ev îqtîdar nikare bi qirkirina kurdan, bi hewldana tunekirina ziman û çanda wan û bi xistina zindanan kurdan tune bike. Ev 40 sal in ji bo vê hewl  didin. Em vê ji hikûmetê re eşkere û zelal dibêjin; hûn bi vê înkara ku dikin nikarin bi ser kevin. Ji ber ku gelê Kurd dev ji zimanê xwe, çanda xwe, jiyana xwe û rastiya xwe bernade. Îro hûn cenazeyên zarokên gelê Kurd di qutiyan de dişînin. Em tu carî van polîtîkayên ku hûn ji bo gelê Kurd dimeşînin qebûl nakin guncaw dibînin qebûl nakin."
 
Rastiya Îqtîdarê
 
“Yekane sedema pêkneanîna daxwazên baro, parêzer, hevserokên me û hewldanên me yên ji bo hevdîtinê der barê tecrîda li Îmraliyê xedîbûna vê îqtîdarê ya ji kaosê ye. Niha gihîştine dawiya van pêkanînên xwe yên dijhiqûqî.  Ji ber ku wan Tirkiye di nava krîzeke mezin de hiştine û hayê wan ji tiştên ku li pey xwe hiştine tune ye. Em careke din ji vir ban dikin: Divê di zûtirîn demê de muzakere bên destpêkirin. "Deriyê hêviyê yê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li Îmraliyê ye."