Şaredariyên qeyûman xesp kirine di bin deynan de ne

  • 09:02 28 Îlon 2023
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz diyar kir ku şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de ne bi bêusûlî û bi nelirêtiyê tim tên rojevê û qeyûm kargehan ji bo demeke dirêj didin alîgirên xwe. Ayşeyê da zanîn li hember vêya wan tu carî qad neterikandine û got rolên me yên civakî hene û em van rolên xwe bêyî avahiya şaredariyan jî dikarin bilîzin. 
 
Bi rêya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) qeyûm tayînî şaredariyên li bajarên kurdan hat kirin. Li Kurdistanê caraq ewil di 2016'an de qeyûm tayînî ser şaredariyên Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) hat kirin. Di 2019'an de bi ferqeke mezin dîsa şaredarî ji destên qeyûman hatin girtin. Lê belê di 2019'an de dîsa qeyûm hatin tayinkirin. Li gor çavkaniyan qeyûman gelek alavên şaredariyan firotin, gelek cihên şaredariyê dewrî Mudurtiya Perwerdeya Neteweyî, Diyanet, Emniyetê kirin. Her wiha qeyûman gelek nelirêtî kirin û gelek deyn hiştin. Niha jî bala mirovan ket ser dîroka 31'ê Adara 2024'an a ku hilbijartineke nû ya rêveberiyên herêmî nîşan dide. 
 
Yek ji bêusultiya hat kirin nedayina mazbatayan bû. Mazbataya hevşaredara HDP'ê Ayşe Mînaz jî nehat dayin. Ayşeyê bal kişand ser ser nelirêtî, texrîbatên qeyûman. 
 
'Îradeya gel hat xespkirin'
 
Ayşeyê da zanîn bi rêya KHK'yan qeyûm hatine tayinkirin û wiha got:"Suleyman Soylu di hilbijartinên dawî yên parlamento û serokatiyê de got serokkomarê me gotiye ez nerehet im tu yê demildest vana ji peywirê bigire. Got du roj derbas bû me hemû ji peywirê girt. Serokkomar ji şaredarên ku hatine hilbijartin aci bû. Dest xistin ser îradeya gel, xest û talan kirin, ev yek ji bo wan ewqas hêsan e."
 
'Nehiştin kurd bi rê ve bibin'
 
Ayşeyê da zanîn sîstem naxwaza kurd bi rê ve bibin û wiha pê de çû:"Di gelek mekanîzmayên herêmî yên pêdiviyên gel aniye cih me cihê xwe girtiye. Lê belê tu qadên xebatê yên qeyûman tune ye. Tu biryarên dadgehan van sepanên antîdemokratîk qebûl nake. Hîn hevşaredar di bin çavan de ne qeyûman tayin dikin. Hîn pêvajoya darizandinê neqediyaye qeyûman tayin dikin. Ev nayê qebûlkirin."
 
'Li Wana qeyûm bi rê ve dibe pirsgirêk naqedin'
 
Ayşeyê da zanîn hemû dînamîkên herêmî ji aliyê sîstemê ve tê hedefgirtin û wiha domand:"Êriş piralî dewam dikin. Bi destên qeyûman kaosek li bajar ava kirin. Lê li dijî qeyûman ji her aliyê civakê bertek hatin nîşandan. Bi êrişan xwestin kesên ne kurd in jî çavtirsandî bikin. Hinceta tayinkirina qeyûman jî ew bi xwe diyar dikin. Sîstem dixwaze gelek tiştî 'terorîze' bike lê ew bi xwe 'terorîze' dibe. Li cem me mekanîzmayên hesab bidin gel zêde ne. Lê belê ligel qeyûman mekanîzmayeke wiha tune ye. Li Wana qeyûm bi rê ve dibe pirsgirêk naqedin."
 
'Ne mûxatap heye ne pirsgirêk tên çareserkirin'
 
Ayşeyê bi lêv kir ku li Wanê derbarê ava vexwarinê de pirsgirêkên mezin hene û wiha lê zêde kir:"Welatiyên li Cadeya Cumhuriyet û Mereşê ev havîn bê av derbas kirin. Dema daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê tê kirin jî ne mûxatap heye ne pirsgirêk tên çareserkirin. Qeyûm budçeya gel ji alîgirên xwe re vediqetîne. Niha şaredarî di bin deynan de ye. Lê belê derbarê vê de hiqûq nakeve meriyetê. Qeyûm di warê nelirêtî û bêusultuyê de alîkariya hev dikin."
 
'Alavên şaredariyê yên mirov dikarin hilgiririn birin saziyên din'
 
Ayşeyê bi lêv kir ku bi tayinkirina qeyûman re çand ji holê hat rakirin û wiha got:"Çanda sazîbûnê ji holê rakirin. Kirin ji rêzê. Tu berdewamiya saziyekê tuneye êdî. Hinek xebat divê walîtî bikin. Ew kar bi budçeya şaredariyan nabe. Kargehên aîdî şaredariyan jî demeke dirêj e qeyûm didin alîgirên xwe. Alavên şaredariyê yên mirov dikarin hilgiririn birin saziyên din. Her tim kesên hatin hilbijartin bûn hedefa vê sîstemê."
 
'Gelek alavên şaredariya Tûşbayê hatin firotin'
 
Ayşeyê diyar kir ku AKP'yî alîgirên xwe digire kar û wiha got:"Tu dema lê dinêrî tu dibînî zarokê serokekî AKP'yî di şaredariyekê de hatiye bicihkirin. Her wiha gelek alavên şaredariya Tûşbayê hatin firotin. Hema bêje alaveke nehatibe firotin tune ye. Hemû erdan difiroşin. Kîn û hêrseke wiha tune ye. Peyama 'hûn dengê xwe nedin me em tiştekî ji we re nahêlin' didin."
 
'Qeyûm destkeftiyên jinan dikin hedef'
 
Ayşeyê herî dawî bal kişand ser destkeftiyên jinan û wiha got:"Divê em aştiyeke mayinde ava bikin. Ev qeyûm nikare çareseriyekê pêş bixe. Hewce nake hestê tolhildanê sor bikin. Ew qeyûm tayin bikin jî ji bo me ya girîng gel e. Şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de ne bi bêusûlî û bi nelirêtiyê tim tên rojevê û qeyûm kargehan ji bo demeke dirêj didin alîgirên xwe. Li hember vêya wan tu carî qad neterikandine û rolên me yên civakî hene û em van rolên xwe bêyî avahiya şaredariyan jî dikarin bilîzin. Bi tayinkirina qeyûman rêveberiyên herêmî zirareke mezin dît. Hevşaredarên jin bi paradîgmaya azadiya jinan, parastina ekolojiyê û demokrasiyê tev digerin. Qeyûm destkeftiyên jinan dikin hedef."