Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Bozan: Kampanya me wê li ser sê lingan pêş bikeve

  • 09:03 27 Îlon 2023
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Bozan der barê kampanyaya bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadî re ber bi azadiyê ve’ hatiye destpêkirin axivî û diyar kir ku kampanyaya wê 6 mehan bidome li ser sê beşan wê pêş bikeve û got: “Divê em sedsala 21’ê bikin sedsala serkeftin û azadiya jinan. Ji ber vê jî ez bang li hemû jinên cîhanê, jinên Tirkiyeyê û jinên Mêrdînê dikim ku piştgiriyê bidin kampanyayê. Divê em xwedî li destkeftiyan derkevin. Em dest bidin hev û bi ser bikevin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadi’ starta kampanyaya nû da. Di metna kampanyaya hatiye weşandin de jin balê dikşînin ser polîtîkayên şerê taybet û êrîşên li Kurdistanê tên kirin û bandora tecrîdê ya li ser jinan cih digire.
 
Aktîvîsa TJA’yê Ayşe Bozan der barê kampanyaya hatiye destpêkirin de axivî.
 
‘Riha ji bo me axa pîroz e’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku kampanyaya dane destpêkirin kampanyayek 6 mehan e û starta wê li Riha, Şirnex û Stenbolê dane. Ayşeyê balkişand ser herêmên hatine tercîhkirin û wiha vegot: “Riha ji bo me pir girîng e. Hem axa pîroz e hem jî Rêberê Gelê Kurd li wir hatiye dinê. Ji ber vê ji bo me girîng e.”
 
‘Li ser Kurdan polîtîkaya qirkirinê tê meşandin’
 
Ayşeyê balkişand ser hewcedariya kampanyayê û wiha bi lêv kir: “Civak veguheriye goristana maf. Polîtîkayên asîmîlekirin û tûnekirinê ya zîhniyeta serdest a mêr zêde bûye. Ji ber vê jî hewce bi kampanyayê hat dîtin. Hewcedariya civakê jî bi kampanyayek wisa hebû. Li axa me polîtîkayê koçberkirinê wisa zêde bûn, êdî kes naxwaze li ser vê axê bisekinin. Tecrîda li Îmraliyê bandorek mezin li ser gel dike. Li ser gel  û Kurdan polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Mafê Mirovan tê bipêkirin. Polîs û leşker destdirêjiyê li jinan dikin, li zarokan dikin. Ev polîtîkayên pergalê ne.”
 
‘Polîtîkayek mezin a zilmê tê ferzkirin’
 
Ayşeyê balkişand ser tecrîda ku ji girtîgehan dest pê kiriye û li ser hemû civakê belav bûye û got: “Derve jî bûye girtîgehek mezin a vekirî. Li dijî hemû aliyên azadiyê dixwazin mafên xwe dixwazin êrîş pêk tên. Bûyerek mezin a wek erdhejê jî wek alav tê bikaranîn. Xizaniyê sînorê xwe evqas derbas kiriye kes nikare zarokên xwe mezin bike. Li ser gel polîtîkayek mezin a zilmê tê meşandin.”
 
‘Divê em çalakiyan pêk bînin’
 
Ayşeyê balkişand ser armanc û naveroka kampanyayê û wiha daxuyand. “Hewce bi perwerde û rêxistinbûnê heye. Divê êdî li her qadê çalaki pêk bên. Em li dijî hişbir, fuhuş, destdirêjî, kuştinên jinan divê li qadan bin û xwe bi rêxistin bikin. Divê em çalakiyan pêk bînin. Kampanya wê 6 mehan bidome û li ser 3 beşan pêk bê. 2 mehên ewil wê perwerde pêk bê. Hemû jin wê bikaribin tevli dewreyên perwerdeyê bibin. Piştî perwerdeyan wê civîn pêk bên. Û li gorî hewcedariyên civakê xebat bên meşandin. Ji bo sedsala 21’ê bibe sedsala azadî û serkeftinê em ê têbikoşin. Divê em dest bidin hev û bi ser kevin.”