Dayika çû hevdîtina zarokê xwe ceza lê hat birîn

  • 09:02 27 Îlon 2023
  • Rojane
 
DÎLOK - Xebat Gengeç a çû hevdîtina kurê xwe û pismamê xwe yên girtî doz lê hat vekirin û 6 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Xebatê da zanîn ku ji bo li zarokê xwe yê ji sedî 98 astengdar e binêre divê ceza bê kişandin û got: “Kurê min astengdar e, kes tune ye lê binêre. Ez nebim wê kî lê binêre.”
 
Xebat Gengeç a 53 salî li Şahînbeylî ya Dîlokê dijî. Bi hinceta tevli xebatên siyasî bûye gelek caran doz lê hatiye vekirin û hatiye girtin. Du salan girtî maye. Xebat ku herî dawî çû hevdîtina kurê xwe yê girtiyên siyasî û pismamê xwe doz lê hat vekirin û 6 sal û 6 meh ceza lê hat birîn.
 
Xebatê da zanîn ku 8 zarokên wê ne yek jê ji sedî 98 astengdar e û got: “Ez li zarokê xwe dinêrim. Tenê ez dikarim lê binêrim. Dixwazim ev dosya bê kişandin. Zarokên min di alî psikolojik de bi bandor dibin. Kurê min ji polîsan ditirse. Çawa derî lê dikeve ditirse. Ji ber tenê ji destê min nan û avê dixwe.”
 
‘Zext û zilmê li Dîlokê jî berdewam kir’
 
Xebatê diyar kir ku di 1994’an de ji Cizîr a Şirnexê ji ber zextên dewletê koçî Dîlokê kirine û got gelek zilm dîtine. Xebatê bi lêv kir ku zilm û zextan li Dîlokê jî berdewam kiriye û wiha dirêjî dayê: “ Em wek kaçaxan bi veşarî ji gundê xwe derketin. Em hatin vir me ji tirsan navê xwe guhert. Me digot wê kontra me bikujin. Min navê xwe wek ‘Ayşe’ guhert. Kurê min 15 salî hat girtin. Kurê min bi lêdanê birin. Ez ji ser hişê xwe çûm. Kurê min tazî kiribûn û dibirin. Salekê li girtîgeha Pozantiyê ma. Salek şûnde berdan. 20 roj şûnde dîsa bi îşkenceyê kurê min birin. Li wir ket 18 saliya xwe. Ji wir birin Osmaniyê. Demek dirêj li wir ma.”
 
‘Bombeya sîsê avêtin mala me’
 
Xebatê da zanîn bombeya sîsê avêtin mala wê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber çûm hevdîtina kurê xwe û pismamê xwe di 2020’î de doz li min vekirin. Ez hatim girtin. Zarokên min tenê man. Yek hîna biçûk bû yek jî astengdar bû. Salekê girtî mam. Piştre hatim berdan. Ez çûm hevdîtina kurê apê xwe. Dîsa hatim binçavkirin. Bombeya sîsê avêtin mala min. Ji bilî min kes li zarokê min ê astendar nanêre. Ez ne li malê bim kes nikare lê binêre. Wê zarokê min bêxwedî bimîne. Niha 24 salî ye. Nikare biaxive nikare tiştekî bike.”
 
‘Kurê min ditirse ku wê min bibin’
 
Xebatê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ji bo ceza xera bibe min serî li dadgeha jor da. Niha doz li dadgeriyê ye. Piştevanî pir girîng e. 6 sal û 6 meh ceza dane min. Ma wijdanê wan tune ye gelo. Min çi kiriye, min mirov kuştiye, min dizî kiriye, min hişbir firotiye? Min tenê gotiye ‘ez Kurd im’. Ez çûm hevdîtina kurê xwe. Ez bang li hemû kesî dikim. Em xwedî li hev derkevin. Em xwedî li hev dernekevin wê ev zilm me hemûyan bikuje. Kurê min ê din 10 sal in girtiye. Kezeba min dişewite. Yê din astengdar e. 6 sal û 6 meh ceza lê birîne. Daxwaza min ev e ku dosya bê vekişandin.”