'Binpêkirinên mafan li girtîgehan girêdayê tecrîdê ne'

  • 09:07 26 Îlon 2023
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
WAN - Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babur destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin giran dibin û her roj malbat û girtî der barê binpêkirinan de serlêdanan dikin. Edîbeyê bi lêv kir ku binpêkirina mafan ya li girtîgehan girêdayê tecrîda li Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan yên li ser girtiyan her diçin zêde dibin.  Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşî li binpêkirinên mafan yên girtîgehan vedike. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û tahliyekirin. Li aliyê din jî tûndiya fîzîkî û psikolojik zêde dibe. Herî dawî di 31’ê Tebaxê de li girtîgeha Tîpa L ya Pansoê sê girtiyên jin bi ben hatibûn girêdan û  û îşkence li wan hatibûn kirin. Hevseroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Wanê (TUHAY-DER) Edîbe Babur der barê binpêkirinên li girtîgehan de axivî û got ger tecrîda li Îmraliyê rabe wê riya aştiyê vebibe.
 
‘Tecrîd bi komploya 9’ê cotmehê dest pê kir
 
Edîbeyê daxuyakirin ku tecrîda li ser girtîgehan û gelan îro dest pê nekiriye û tecrîd bi komploya 9’ê cotmehê dest pê kiriye û got: “Tecrîdê bandor li ser hemû gelan kir. Civak bê bîhn hişt. Tecrîda herî mezin 21 sale li ser Kurdan tê meşandin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê 21 sale vê zilmê dimeşîne. Ne gelan nas dikin ne qanûnan. Li gorî xwe îşkencê dikin. Lê neçarin vê zilmê bidawî bikin.”
 
‘Sûcê mirovahiyê dikin’
 
Edîbeyê destnîşan kir ku gelek xizmên girtiyan serî li TUHAY-DER, ÎHD û OHD’ê didiin û wiha bi lêv kir: “Ji girtiyan jî name tên. Çareseriya vê pirsgirêkê bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê dikare pêk bê.  Divê hemû gel li cem hev cih bigirin. Demên dawî de PDK êrîşan pêk tîne. Ev rewş nayê qebûlkirin. Her roj êrîşê gund û çiyayên me dikin. Sûcê mirovahiyê dikin.Bi çekên kîmyewî êrîş dikin. Ahlaqekî şer jî heye. Lê mixabin div ê  pergala qirêj de di  bloka AKP-MHP’ê  ne ahlaqê şer ne jî yê mirovahiyê heye.”
 
‘Girtiyên 30 salî wê niha teslîm bibin’
 
Edîbeyê anî ziman ku li girtîgehan der barê jiyanê de tû tiştek nemaye û her roj li girtiyan îşkence tê kirin û wiha vegot: “Ji ber sedemên cuda cezayê dîsîplînê didin girtiyan û înfaz tên şewitandin. Lijneyên şopandinê ava kirine. Ev lijne pêkanînên kêfî dimeşînin. Li girtiyan poşmaniyê ferz dikin. Girtiyên 30 sale girtîne wê ji bo 6 mehan teslîm bibin. Di 31’ê Tebaxê de li girtîgeha Tîpa L  ya Panosê li sê girtiyên jin îşkence hat kirin. Bi sedan girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyan 670 girtiyên nexweşên giran hene. Hinek girtî bi tena serê xwe nikarin li xwe binêrin. Divê bên berdan. Divê bên dermankirin. Em ji Rojbîn Çetîn mînak bidin. Rojbîn îradeya gel e. Dema çû Amedê ku derman bibe bi ser mala wê de ha tgirtin û bi kuçikan Rojbîn birîndar kirin. 5-6 nexweşiyên hevala me hene. Nexweşa pençeşêra kolonê ye.  Hemû dermankirinên wê hatin sekinandin. Wek Rojbînê bi sedan girtî hene.”
 
‘Bila hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin’
 
Edîbeyê anî ziman ku ji bo wezareta edaletê bangên wan hene û heta niha tu wezîrekî edaletê pêk neaniye û wiha dawî lê anî: “Divê wezîrê dadê peywira xwe bîne cih. Divê tecrîda li ser girtiyan û birêz ocalan bê şikandin. Divê tecrîd bê rakirin. Hemû zilm ji ber tecrîdê pêk tê. Bila bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Her wiha divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.”