'Heta vegera Efrînê wê berxwedana me dewam bike'

  • 09:06 26 Îlon 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên koçber ên Efrînê yên ku ev 6 sal in di bin şert û mercên herî giran de li ber xwe didin tevî ambargo û êrîşên berdewam dikin dîsa bi hêviya vegera Efrînê ne. Jinên bertek nîşanî ambargoyê dan gotin:"Heta vegera Efrînê wê berxwedana me dewam bike."
 
Tevî şert û mercên dijwar ên li Şehbayê welatiyên ji Efrînê koç bûne û hatine li Şehbayê bi cih bûne li berxwe didin. Ji aliyekî ambargoya hikumeta Şamê didome ji aliyekî jî êrişên dewleta tirk. Jinên bertekê nîşanî ambargo û êrişan didin wiha dibêjin:"Dijmin dixwaze bi vê ambargoyê qutbûnekê di navbera welatiyên li herêmê de çêbike. Dixwaze wan koçî derveyî herêmê bike. Lê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
'Em li ber xwe didin'
 
Zeyneb Cemîl Ebdo ya ku ev 6 sal in di Kampa Serdemê de dijî, wiha derbarê rewşa zor û zehmetiyên kampê de axivî: "Ev bû 6 sal in ku em di Kampa Serdemê de jiyana xwe berdewam dikin lê em gelek zor û zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku ambargo ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser me her berdewam e. Kehreb, mazot gaz, derman û pêdiviyên jiyanî pir kêmin. Pir caran jî tune ne û nayên peydakirin, lê dîsa jî em li ber xwe didin."
 
'Di nexwaşxaneyê de jî cureyên derman kêm e'
 
Zeynebê bal kişand ser hatina demsala zivistanê û nebûna madeyên sotemeniyê û got:"Em derbasî demsala zivistanê dibin, mazot û derman jî nehatiye peydakirin. Zarokên me hene, ger ji ber nebûna mazotê nexweş bikevin, êdî wê derman jî tune be. Dema ji ber nebûna mazotê nexweş bikevin em nikarin wan derman jî bikin. Di nexwaşxaneyê de jî cureyên derman kêm e."
 
'Heta vegera Efrînê wê berxwedana me dewam bike'
 
Zeynebê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser wan û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Tevî ambargoya giran a li ser me, êrişên dewleta tirk jî heye. Em êvarî ji ber dengê obîsan ranazin. Lê em ê her li ber xwe bidin, heta em vegerin Efrêna xwe. Pêwîst e ku dewlet jî bi erka xwe rabe û li ber hemberî êrîş û ambargoyê bibe bersiv."
 
'Em nikarin dawaza welatiyan peyda bikin'
Endama Meclîsa Kantona Efrînê Hêvîn Eloş da zanîn ew nikarin daxwaza welatiyan peyda bikin û wiha got:" Em li Şehbayê di nava rewşeke giran, zor û zehmet de jiyana xwe dewam dikin. Ji ber ku ambargoyek pir giran ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser me hatiye ferzkirin em zehmetiyan dibînin. Di heman demê de bihabûna pereyên dolar jî îro bandoreke mezin li me dike. Em nikarin dawaza welatiyan peyda bikin. Ev jî bi me tade tê, bandoreke neyînî li me dike."
 
'Dijmin dixwaze welatiyan koçî derveyî herêmê bike'
 
Hêvînê bal kişand ser nepeydakirina mazotê û wiha pê de çû:" Ji ber vê ambargoya li ser me hatiye ferzkirin, mazot, xwarin, derman, şîr derbasî herêma me nabin. Di heman demê de jî demsala zivistanê li ber derî ye û madeya herî girîng mazot e. Lê belê ew jî derbasî herêmên me nabe. Ji ber ku em nikarin daxwazên welatiyan pêk bînin, em gelek diêşin. Dijmin dixwaze bi vê ambargoyê qutbûnekê di navbera welatiyên li herêmê de çêbike. Dixwaze wan koçî derveyî herêmê bike. Lê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
'Çima raya giştî çavên xwe ji bo kurdan digire? '
 
Hêvînê bang li raya giştî û rêxistinên mafê mirovan kir da ku ji bo kurdan bêdeng nemînin û wiha got:" Em van astengiyan dikşînin, ma gelo çima rêxistinên mafê mirovan bêdeng mane û çavên xwe ji bo kurdan girtine ? Ma li kîjan welatan şîr li ser pitikan hatiye qutkirin ? Ma ger rewşa me wiha berdewam bibe ev gel wê çawa jiyana xwe berdewam bike? Bi ambargoyê re êrîş jî berdewam e. Em di şerekî leşkerî û derûnî re derbas dibin. Em tên astengkirin. Ev daxwaza me ji her dewletek ji bo aştiyê bang dike ye. Bila bi wijdanê xwe kar bikin û rewşa gel a li Şehbayê bişopînin. Bila bendekê li hember ambargo û êrîşan daynin."