Waniyan bang li AKP'ê kir: Hûn ê winda bikin

  • 10:14 27 Nîsan 2023
  • Rojane
WAN - Li Wanê bertek nîşanî binçavkirina zêdeyî sed kesên ku di nav wan de rojnameger, parêzer, hunermend û siyasetmedar jî hebûn dan û  bi gotina "Hûnê winda bikin" sindoq nîşan dan.
 
Jinan bertek nîşanî binçavkirina gelek kesên ku di nav de rojnameger, hunermend, siyasetmedar û parêzer jî hene ku di encama serdegirtinên li gelek bajaran de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê pêk hat dan û, gotin, "Çi bikin dê jin wan bişînin."
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê di demeke kin de hilbijartinên Serokkomariyê û 28’an ên Parlamentoyê  dê bên kirin û di 14’ê Gulanê de dê herkes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Hêrsa AKP-MHP'ê ya li dijî Kurd, jin, ciwan û hemû komên mûxalîf zêde bû, di serdegirtinên 2 roj berê de rojnameger, parêzer, hunermend û siyasetmedar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
 
Piştî ku qedexey têkilîdanînê ya bi derve re a kesên hatin binçavkirin bi dawî bû dest bi girtina îfadeyên wan hat kirin.  Ji îfadeyan jî diyar bû ku ev êrîş tirsa îqtîdarê ya ji ber windakirinê ye. 
 
Jinan govend gerand
 
Li gelek bajaran bertekên li dijî operasyona binçavkirinê zêde bûn, Partiya Çep a Kesk di civînên gel, vekirina buroyan û hemû çalakiyên ji bo hilbijartinê hatin lidarxistin de bertekên mezin nîşanî binçavkirinan da. Di mîtînga jinan a roja borî ya li Wanê pêk hat de, bi hezaran kesî bertekên xwe yên li hemberî binçavkirinan anîn zîman.  Herwiha li qada mîtîngê ku jinan tijî kir, dirûşmên "Disa Jin", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin hatin berzkirin. Jin ji avahya HDP'ê bi strana "Zindana Diyarbekir em ê biskin" bi hev re bi erbaneyên xwe meşiyan qada mîtîngê, govend gerandin û operasyonên binçavkirinê protesto kirin.
 
'Dema hûn diçin ser sindoqan destê xwe bidin ser wijdanê xwe'
 
Fatma Karakoyun axivî û got , “Heta ku em vîna xwe biparêzin wê ti hêz nikaribe pêşiya me bigire. Dema em diçin ser sindoqan bila destên xwe deynin ser wijdanê xwe. Wek kurd pirsgirêka me ya herî mezin, parastina nirxên me ye. Em van nirxan biparêzin. Li welat krîzeke mezin heye, lê karê me yê sereke guhertina desthilatdariyê ye. Ji bo vê jî divê Kurd dema biçin ser sindoqan destê xwe deynin ser wijdanê xwe.”
 
'Hewldanên dawî ne'
 
Fatma, diyar kir ku operasyona binçavkirinê bêçaretiya hikûmetê nîşan dide û got, “Hewldana dawî ya hikûmetê ye. Çi bikin bila bikin dê winda bikin. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo me gelek girîng in. Zextên li ser jinan zêde bûne. Li hemberî vê jî 14’ê Gulanê firsend e.”
 
'Eger heman hikûmet bê hilbijartin dê her tişt xerabtir bibe'
 
 Yek ji jinên ku piştî hilbijartinê daxwaza xwe bi gotina "Hêvîdar im deriyên zindanan vebin..." anî ziman, Bahar Abî jî got "Eger heman hikûmet vegere dê her tişt xirabtir bibe. Kîloya kartolan 40-50 TL ye. Destên xwe deynin ser wicdanê xwe” 
 
'Dawî li wan hat'
 
Nejla Tartan jî her wiha got, “Divê cîhan çavnên xwe veke, em Kurd in û em hene. Serkeftin ya me ye. Em tune nabin. Operasyona binçavkirinê nîşana wê yekê ye ku dawî li qîtîdarê hatiye."
 
'Serîhildan'
 
Jina bi navê Makbûle got: “Em ê hemû namzedên xwe bişînin Meclîsê Armanca wan ew e ku bi hîleyan hilbijartinê sabote bike. Divê jin di hemû qadan de bixebitin. Bila êdî jin rabin ser piyan û serî hildin."
 
'Bila tecrîd bi dawî bibe!'
 
Ayşe Gun, ev tişt anî ziman: “Em aştiyê dixwazin. Ji ber ku em Kurd in tên qetilkirin. Deriyên girtîgehan vekin. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan heye. Xwedê qebûl neke. "14'ê Gulanê ji bo me roja serhildanê ye."
 
'Divê kurd bibêjin êdî bes e'
 
Sadet Basmaci a derbarê operasyona de axivî got, "Armanc qedandina kurda ye. AKP bi dengê kurdan hat serî. Bila kurd baldar bin. Bê edaletî û xizanî gelek zêde ye. Bila kurd ji van pêkanînan re bibêjin êdî bes e."
 
'Divê em xwedî li sendoqand derkevin'
 
Leyla Çavîk jî ev tişt got, "Bila gelê Kurd dengê û rengê xwe diyar bike.  Ger ku bigure dê jin biguherin. Di 14'ê Gulanê de serkeftin ya me ye. Divê em li sendoqan xwedî derkevin."