Li Topraktepe dîmen wek roja ewilî ye: HDP tunebûna wê elewî bimrana

  • 09:06 27 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
MELETÎ - Li gundê Topraktepe ku piranî nifûsa kurd û Elewî lê dijîn, ji roja erdhêj pêk hatiye hîna alîkarî neçûye gund. Jinan diyar kirin ku wê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwist bidin.
 
Di ser erdhêja Mereşê de 3 meh derbas bû. Yek ji bajarên ku bandorek mezin lê çêbû Meletî bû. Şopên erdhêjê hîna li gundên Meletiyê hene. Kar û barê rakirina kavilan hîna neqediyane. Li gundê Topraktepe ya Meletiyê rewş hîna wek xwe ye û jin diyar dikin ku ji ber gundê kurd û elewiyane tu alîkarî ji bo wan neçûye.
 
‘Me gazî hikûmetê kir nehatin’
 
Zelîha Taşer da zanîn ku demên ewil yên erdhêjê pir zehmet bûne û wiha vegot: “Me gazî hikûmetê kir nehatin. Cîranên me şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Em sê rojan tî û birçî man. Kes nehat. Ji bilî gel tu kes nehat. Em jî ji gund derketin. Va 5 roje em hatine. Em li Stenbolê bûn. Kon dan me. 6 kes di konekî de dimînin.”
 
‘Ez denga xwe didim HDP’ê’
 
Zelîhayê balkişand ser hilbijartinan û daxuyakirin ku wê 14’ê gulanê de dengê xwe bidin xwe û wiha vegot: “Gelê me bêje çim em wê dikin. Em ji hev naqetin. Em denga xwe didin partiya xwe HDP’ê. HDP xwedî li me derket. Ji bo HDP qezenc bike çi ji destê me bê em dikin.”
 
‘HDP tunebûna em ê bimrana’
 
Fatma Esen jî da zanîn ku  di hilbijartinên serokomariyê de wê denga xwe bidin Kemal Kiliçdagorlgu yên parlamenteriyê jî wê bidin Partiya Çep a Kesk û wiha dirêjî dayê: “Ji ber em kurd û elewî bûn Tayyîp li mêze nekir. Qe nebe bila yên me qezenca bikin. Bila alîkariyê bidin me. Gundê me hilweşiya. Tu alîkarî nehat. Ji ber gundê elewî bû tu kesî alîkarî neda. HDP tunebûna wê elewî bimrana. Ji HDP’ê re dibêjin terorîst in. Lê ew terorîst in.” 
 
‘Ji bilî denga me tu tiştekî me nemaye’
 
Jina bi navê Hanim Bakay jî destnîşan kir ku dema erdhêjê li Elbîstanê bûye û wiha pê de çû: “Em di sermayê de bi rojan li derve man. Me payîn ku kesek bê. Lê ji dewletê tu alîkarî nehat. Gel hat alîkariya me. Ez dena xwe didim HDP’ê. Ji bilî denga me tu tiştekî me nema. Em ê denga xwe bidin HDP’ê.” 
 
Hatun Bakir jî bi lêv kir ku hemû xizmên xwe winda kiriye û wiha dawî lê anî: “Me ji bo alîkarî gazî dikiri kes nedihat. Tu kes nehat gund. Kesî alîkarî neda. Niha ez denga xwe didim partiya Demîrtaş. Ji bo careke din kes van tiştan nejî ez denga xwe didim HDP’ê.”