Li gelek navendan binçavkirin hat şermezarkirin

  • 15:43 25 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona binçavkirinê ya ku li 21 bajaran pêk hatî li gelek navendan bi daxuyaniyan hat şermezarkirin û di daxuyaniyan de wiha hat gotin: "Tirsa AKP’ê heye. Ev yek nîşaneya têkçûna wan e. Em ê li hemberî van operasyonan paşve gav navêjin."
 
Beriya hilbijartinê îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran operasyonek hat destpêkirin. Di encama operasyonê de gelek rojnameger, parezêr, hunermend û siyasetmedar hatin binçavkirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî binçavkirinan her diçe zêdetir dibe. Li gelek navendan Partiyên siyasî, komele, sazî û dezgehên sivîl bi daxuyaniyan binçavkirinên ku hatî şermezar kirin. 
 
Şirnex
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê li ber avahiya xwe daxuyaniyek da binçavkirinan şermezar kir. Parlementerên HDP’ê yê Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş, Hevserokên HDP’ê yê Bajarê Şirnexê, Rêxistina Partiya Çep a Kesk yê Bajarê Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de parlementerê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û diyar kir ku dixwazin bêriya hilbijartinê provakasyonan ava bikin û got: “Ev opeasyon li hemberê sazîyên me, partî û tevgera jinan ve hatiye kirin. Armanca êrişên wan ew e ku bêriya hilbijartinê provakasyonan ava bikin. Ji ber ku di sala 2015’an de di 7’ê Hezîranê de me dît ku hikûmeta KAP’ê de bi provakasyonan di nav civakê de aloziyan pêk anîn. Bi vî qeyranê û aloziyan dixwaze hikûmeta xwe bide berdewam bikin.. Lêwra bi zext û zordestiyê diwazin encamek bigirin. Ev ne cara yekemîn e ku hevalên me hatine girtin û binçav kirin. Lê têkoşîn û sekna me li hemberê wan êrîşan berdewam e. Divê em heya hilblijartinê li xwe hişyar bin û xebatên xwe bi hêztir bikin.” 
 
Sêrt 
 
Li Sêrtê jî li pêşiya avahiya navçeya navendî ya Partiya Çep a Kesk daxuyanî hate dayîn. Namzetên parlamenteriyê Tuncer Bakirhan, Abdullah Çetîn, Sebahat Erdogan Saritaş û Parlamenterê HPP’ê Sidik Taş tev li daxuyaniyê bûn. Sidik, di daxuyaniyê de axivî û binçavkirinên heyî weke operasyona qirkirina siyasî nirxand. Sidik, wiha domand: “Tirsa AKP’ê heye. Ji ber ku ditirse û hilbijartin nêz bûn, ev binçavkirin operasyoneke hilbijartinê ye. Ev yek nîşaneya têkçûna wan e. Em ê li hemberî van operasyonan tenê yek gavê jî paşve neavêjin. Em vê operasyona li dijî gelê me, çapemeniyê û hevalên me hatiye kirin şermezar dikin.” 
 
Îdir
 
Partiyên siyasî yên Îdirê li Buroya Hilbijartinê ya Zagrosê daxuyaniyek dan û bertek nîşanî serdegirtinan dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em qirkirina siyasî şermezar dikin” hat vekirin û dirûşmên “Hûn bi zextan nikarin me bitirsînin” hatin berzkirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Aysel Aras û Yilmaz Hûn, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li daxuyaniyê bûn.
 
Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk Yilmaz Hûn metna daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku li Kurdistanê bûne partiyên tabelayan fêm kirine ku dê 14’ê gulanê de winda bikin.Yilmaz, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Pergala ku bi salan e bi kuştinên kiryarnediyar, girtinên dijhiqûqî û girtinên partiyan nekarî tevgera siyasî ya kurdan ji holê rake, vê serê sibehê li gelek bajaran di sergirtinên malan de parêzer, rojnameger, hunermend, şanoger, rêveberên saziyên sivîl û xebatkarên partiyên me binçav kirin. Ev operasyonên siyasî yên qirkirinê dîsa di pêvajoya hilbijartinekî de hatin destpêkirin. Bi dosyayên îbareya veşartî nêzî 150 hevalên me hatin binçavkirin. Bila deshilat vê yekê baş bizane ku bi zextên siyasî û operasyonan nikarin li pêşiya me bibin asteng. Pêşiya niha jî gelek operasyon li me hatin kirin. Lê me her tim bi sekna xwe ya bibiryar ev operasyonên tirsonek têk birin. Em soz didin gelê xwe ku em ti car li hember vê desthilata faşîst sekna xwe xerab nakin. Teqez em ê serkevin.”
 
Manîsa
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Manîsayê jî bi heman boneyê li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’a navçeya Saruhanliyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Manîsayê Giyasettîn Eralp di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Banga me ew e ku li şûna her kesê hatiye binçavkirin bi hezaran kes, bi dehhezaran kes bi berpirsyartiya xwe rabin û tev li xebatên hilbijartinê bibin, xwedî li sindoqan derkevin û li dijî darbeyan tev li têkoşîna çalak bibin. Em li vê derê ne û dê teqez bi ser kevin.”