Li Çewlîgê mîtînga Partiya Çep a Kesk: Em ê bi ser kevin

  • 11:32 25 Nîsan 2023
  • Ramyarî
ÇEWLÎG-  Mîtînga Partiya Çep a Kesk li Çewlîgê ligel baranê pêk hat. Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Tişta ku divê bê zanîn ji ber ku ditirsin êriş dikin û binçav dikin. Em ê bi ser kevin, demokrasî û Gelê Kurd dê bi ser kevin." 
 
Partiya Çep a Kesk li Çewlîgê di çarçoveya hilbijartina 14'ê Gulanê de mîtîng li dar dixist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Giştî ya Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, namzetê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku, Cemîle Turhalli Balsak, Faruk Aris tevlî mîtîngê bûn. Mîtîng bi dirûşma "Em ê bi îradeya bi hêz a gelan jiyanê biguherînin" li Cadeya Gençê pêk hat. 
 
Bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de girse govend gerand û bi dirûşmeyan daxwazên xwe anîn ziman. Ji ber ku qada mîtîngê biçûk bû girse ji derveyî qadê ma. Ligel baranê jî hatina girkseyî berdewam kir. Jin wekî her tim bi cilên xwe yên herêmî tevlî mîtîngê bûn û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Beriya axaftinan peyama Parlamenterê HDP'ê ya Çewlîgê yê berê Îdrîs Balûken hat xwendin. Her wiha xwişka Mazlûm Dogan Serap Dogan jî derket ser dikê û gel silav kir. Endamên Komeleya Aliman a Ol derket ser dikê û gel silav kir. 
 
Parlamenterê HDP'ê Erdal Aydemîr di mîtîngê de axivî û diyar kir ku dê di hilbijartinê de bi ser kevin. Piştre jî namzetê Partiya Çep a Keskê Omer Faruk Hulaku axivî û bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd. Namzet Cemîle Turhalli Balsak jî bi dirûşma "Jin jiyan azadi" dest bi axaftina xwe kir û got: "Em ê ji bo zimanê dayikê bibe fermî têbikoşîn. Gelê Çewlîgê de di roja hilbijartinê de dîrokê carek din binîvsîne. Em ê pergala dewletê têk bibin." Namzet Faruk Arîs jî bal kişand ser girîngiya Partiya Çep a Kesk.
 
Ayetullah Aşîtî bal kişand ser girîngiya hilbijartina 14'ê Gulanê. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî di axaftina xwe de bal kişand operasyona serê sibê û wiha bi lêv kir: "Îktîdar ji me ditirse. Îro li 21 navendan operasyon pêk hat. Ev operasyon tê wateya darbeya li hemberî hilbijartinê ye. Daraz jî bûye amûrê siyasetê. Em operasyona ku pêk hatî şermezar dikin û em dibêjin hûn bi ser nakevin. Em ê li ber xwe bidin. Tê gotin ku kesên ku di parastina sindoqan de cih girtine hatin binçavkirin. Tişta ku bê zanîn jî ji ber ku ditirsin êriş dikin û binçav dikin. Em ê bi ser kevin, demokrasî û Gelê Kurd bi ser kevin."
 
Salîha herî dawiyê bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Di 14'ê Gulanê de Erdogan dê teqewit bibe. Em ê mal bi mal bigerin û Partiya Çep a Kesk bidin nasandin. Em ê roja hilbijartinê sindoqên xwe biparêzin."
 
Mîtîng bi Koma Kollektîfa Rîtma Azad û bi gerandina govendê bi dawî bû.