Li Ispanyayê bi hezaran jin li dijî îstismara zayendî meşiyan

  • 10:54 27 Nîsan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ispanyayê 5 mêran li dijî jinekê îstismara zayendî pêk anî û tenê 9 sal ceza girtin. Li dijî vê biryarê bi hezaran jinî li noktayên cuda yên Ispanyayê çalakî li dar xistin. 
 
Li Ispanyayê 5 mêran li dijî jinek 18 salî îstismara zayendî pêk anî û tenê 9 sal ceza girtin. Li dijî vê biryarê bi hezaran jinî li noktayên cuda yên Ispanyayê çalakî li dar xistin. Li tevahiya welêt bi hezaran jinî bi çalakiyên ku pêk anîn bertek nîşanî biryara dadgehê dan. Li Madrida paytexta Ispanyayê  û bajarên din jinan dirûşmên "Şerm e", "Na na ye" berz kirin. Tevî astengiyan polîsan, jinan meşa xwe heta avahiya parlamentoyê domandin. 
 
Jinên li bajarê Pamplonayê yê ku biryar lê hat girtin kom bûn, anîn ziman ku ew vê biryarê qebûl nakin û ew ê vê biryarê bibin temyizê. 
 
Dozgeran derbarê 5 mêran ji 20 salî zêdetir cezayê girtîgehê xwestibûn. 
 
Çi bûbû?
 
José Ángel Prenda, Antonio Manuel Guerrero, Ángel Boza, Alfonso Jesús Cabezuelo ve Jesús Escudero yên ku xwe wekî "Keriyê Guran" pênasê dikirin di dema Mîhrîcana Pêlewaniya Gayan de jinek 18 salî bi îstismara zayendî rû bi rû hiştibûn û ji ber vê yekê sûcdar hatibûn dîtin.