Jinên Niftikfiroş yê demê û serkeftina berxwedanê

  • 09:00 27 Nîsan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îngîlîstanê karkerên jin di nîvî sedsala 19’emîn de dest bi rêxistinê kirin û ji bo mafên xwe têkoşiyan û yek ji çalakiya ku herî zêde bal kişand Greva Keçên Niftikfiroş bû. 14 hezar karkerên jin piştgirî dan Jinên Niftikfiroş  bi vê grevê re ji bo şerd û mercên xebatê bên başkirin û heta di sendîkayan de bibin xwedî gotin têkoşîn dan.
 
Li Îngîlîstanê di sedsala 18’emîn de bi şoreşa sanayiyê re bi pêşketina kapîtalîzmê re hewcedariya hêza kar jî roj bi roj zêde bû. Têkoşîna Çînê jî şerd û mercên jiyan û xebata karkeran diyar dikir û saetên xebatê rojê digihaşt 16-18’an. 
 
Cihê yekem lê xebitîn kanên madenê bûn
 
Jin ji malên wan bi zarokên wan re hatin girtin û cihê yekem lê xebitîn kanên madenê bû. Jinan li kanên madenê komir li ser pişta xwe bar dikirin.  Çavdêrekî ji bo jinên di madena Cumbrîa ya Whîteehaven de dixebitî wiha got: “Gelekên wan nîvê bedena wan tazî bû. Hinek ji qirêjîiyê reş bûbûn.”
 
Ji bo 10 saet hêza kar têkoşîna 5 salan 
 
Ji ber van şert û mercan jin bi gelek nexweşiyên giran ketin û di ducaniyan de jî rastî komplîkasyonên giran hatine û di 1842’an de xebata jinan a di kanên madenê de hat qedexekirin.  Jinan ji bo 10 saet xebata kar 5 salan têkoşîn dan.
 
Qada herî zêde bû qada îstîhdamê tekstîl bû
 
Jinên di karên weke dantela, metal, elyafê jut, cotkarî û çêkirina zincrîdê de hatin xebitandin herî zêde di qada tekstîlê de xebitîn. Di salên 1930’ê de karê herî giran li ser pişta jinên di bin temenê 21 salî de bû.
 
Jinan zarok dibirin fabrîkayan
 
Şert û mercên xebatê yên jinan rê li ber deformasyonên cur bi cur vedikir.  Jinên ditirsiyan ku karê wan jê bê girtin, sê hefte piştî welidînî vedigeriyan fabrîkayan û carna jî zarokên xwe dibirin fabrîkayan lê di bîhndanê de zarok dimijandin.
 
Di sendîkayê de di heman branşê de xwe rêxistin kirin
 
Di tevgera Çartîst a ji bo daxwazên siyasî û aborî têdikoşin de, karkerên jin jî cih girtin. Di vê demê de jin bi giranî di cilşoyan de dixebitin û grevên karkeran ji aliyê jinan ve pêk hatin. Di 1842’an de jinên karker ên tevlî greva Çartîst bûn di tevgera sendîkal de xwe rêxistin kirin. Jinan di tevgera sendîkal de di branşên cuda de xwe rêxistin kirin.
 
Jinan li dijî sendîkayan têkoşîn meşandin
 
Yekîneyên pîşeyî ku bûn sedem ku jin ji derveyê qadên hilberînê bimînin. Sendîka ji aliyê lîderên nêzî partiya Lîberal ve dihatin bi rêvebirin.  Sendîkavanan diyar dikirin ku jin di sanayîyan de nexebitin û li malên xwe rûnin. Ji ber vê jî jinan li dijî sendîkayan têkoşîn meşandin.
 
Reformîsta jin a demî Emma Patterson di 1847’an de   
 
Yekîtiya Piştgirî û Parastina Jinê ya ku greva jinên karker rêxistin dike ava kir. Ev yekitî piştre veguherî Yekitiya Karkerên Jin a Neteweyî ji bo heqdestê wekhev, ji bo saetên xebatê ya heftane dakeve 48 saetan, cezayên kar rabin, alîkariya dayiktiyê,  ji bo jinên karker malên koperatîfê û mafên dengan kampanya pêk anîn. 
 
Konseya Giştî a Jinan TUC hat avakirin
 
Di serê sala 19’emîn de di Kongreya Sendîkayan (TUC) tenê du jinên delege hebûn. Di 1926’an de tenê 6 jin endamên sendîkayên girêdayî TUC’ê bûn.  Lê ev di nav salê de zêde bû. Yekîtiya Sendîkaya Jinan bi Kongreya Sendîkayê re bû yek.  Federasyona Neteweyî ya Karkerên Jin bi Yekitiya Neteweyî ya Karkeran re bû yek û Konseya Giştî a Jinan TUC hat avakirin.
 
Greva Keçên Niftikfiroş
 
Di nîvê sedsala 19’emîn de grevên karkerên jin zêde bûn. Yek ji van grevan jî ya Keçên Niftikfiroş bû.  Jinên Niftikfiroş bi şerd û mercên xebatên jinan re her tişt derxistibû holê. Yekane riya ku ev şert biguherin jî têkoşîn bû.
 
Li dijî fosfora spî têkoşîn
 
Jinên Kîbrîtçî li fabrîkayên Bryant û May yên East End di bin şertên giran de dixebitîn.  Dema dixebitin xwarin dixwazin û di şaşiyek herî biçûk de ceza dihat birîn. Piranî jin ji ber ‘fosfora spî’ hestiyên çengeyên wan biçûk bûn û nikaribûn xwarinê bixwin.  Bi saya têkoşîna sendîkal a jinan di 1908’an de xala ‘fosfora spî’ hat qedexekirin.
 
Karkerên jin di 1890’ê de li tevlî greva Fabrîkayên Mannîngham ya li Bradfordê bûn û ji bo şerd û mercên baştir têkoşîn dan û bi vî awayî sendÎkayên nû avakirin. Dîsa bi pêşengiya jinan Sendîkaya Xizmetên Malê hatin avakirin û di 1897’an de tevlî TUC bûn.
 
Berxwedan û qezencên jinan
 
Di salên 1900’î de têkoşîna heqdestê wekhev hat dayîn û karkerên jin ji 1800’an heta niha di rêxistinên sendîkal de hem jî di jiyana kar de bi berxwedanên dan qezencên girîng bi dest xistin. 
 
Her wiha hîna jî têkoşîna heqdestê wekhev didome.