Di şevbirkek muzîkê de bawername hatin belav kirin

  • 12:15 30 Îlon 2017
  • Çand û Huner
EFRÎN - Tevgera Çand û Hûnera Demokratîk a herêma Efrînê bawername li şagirtên ku perwedeya muzîkê dîtine belav kirin.
 
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a herêma Efrînê  di şevbirkek muzîkê de bawername li 19'e şagirtên ku perwedeya xwe li navenda çiyayê kurmênc dîtine û derbasî asta duyem, sêyem, çarem bûne belav kirin. Di şevbirkê de malbatên şagirtan, endamên TEV-ÇAND'ê û bi dehan şêniyên herêma Efrînê amade bûn. Şevbirka muzîkê li navenda çiyayê kurmênc bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê şagirtan bi lêdana alavên muzîkê wek keman û tenbûr stranên kurdî gotin.
 
Şevbirkê bi gerandina govendê bi dawî bû.