Di şevbirkek muzîkê de bawername hatin belav kirin 2017-09-30 12:15:24   EFRÎN - Tevgera Çand û Hûnera Demokratîk a herêma Efrînê bawername li şagirtên ku perwedeya muzîkê dîtine belav kirin.   Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a herêma Efrînê  di şevbirkek muzîkê de bawername li 19'e şagirtên ku perwedeya xwe li navenda çiyayê kurmênc dîtine û derbasî asta duyem, sêyem, çarem bûne belav kirin. Di şevbirkê de malbatên şagirtan, endamên TEV-ÇAND'ê û bi dehan şêniyên herêma Efrînê amade bûn. Şevbirka muzîkê li navenda çiyayê kurmênc bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê şagirtan bi lêdana alavên muzîkê wek keman û tenbûr stranên kurdî gotin.   Şevbirkê bi gerandina govendê bi dawî bû.