Festîvala Şehîd Berçem dest pê kir

  • 13:58 6 Îlon 2024
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Şehîd Berçem a 2’yemîn a çand û hunerê ya jinan bi meşeke hunerî dest pê kir.
 
Bi dirûşma "Bi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibe" Festîvala Şehîd Berçem a 2’yemîn a çand û hunera jinan li Kobanê dest pê kir. Festîval ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye organîzekirin. Ji tevahî komên çandî û hunerî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 450 jin beşdarî festîvalê bûne. Hunermenda ji Tunûsê Amal El Meslûnî û hunermend Şadiya Xulamî ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî beşdar bûne.
 
Festîvala îro saet di 10.00’an de bi meşeke hunerî dest pê kir. Bi dehan endamên Tevgera Hîlala Zêrîn ji Qada Jina Azad a li naverasta bajarê Kobanê heya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido meşiyan. Li hola Navenda Baqî Xido bi dehan wêneyên ku ji aliyê şêwekarên jin ve hatin xêzkirin hatin daliqandin.
 
Li hola Navenda Baqî Xido ku bi dehan kes  amade bûne, axaftin ji aliyê endama komîteya amadekar a festîvalê Şêrîn Reşîd ve hat kirin. Şêrîn diyar kir ku ev festîval bersiva herî guncaw a li hemberî êrişên qirkirina çandî  ye ku dewletên dîktator li ser gelên Rojhilata Navîn dikin.
 
Şêrîn anî ziman ku hunera ku xwe dispêre tezên Abdullah Ocalan wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geş bibe û têkiliyên di navbera gelan de bi hêz bibin.
 
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Berçem Efrîn û danasîna festîvalê hat pêşandan.
 
Piştre ji aliyê koma Şehîd Darsîn, Koma Ararat û Koma Şehîd Sakine ve şano hatin pêşkêşkirin.
 
Bernameya festîvalê wê saet 18.00’an bi konserên mûzîkê li qada Şehîd Egîd dewam bike.
 
Festîval wê 4 rojan dewam bike.
 
Hêjaya bi bîrxistinê ye ku festîvala Şehîd Berçem a Yekemîn di havîna 2022’an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatibû lidarxistin.