Li Wanê şahiya zarokan

  • 18:50 5 Îlon 2024
  • Çand û Huner
WAN - Şaredariya Tûşba û Rêya Armûşê li taxa Îskeleyê şahiya zarokan pêk anîn. Şahî ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît.
 
Li Wanê şaredariya Tûşba û Rêya Armûşê li taxa Îskeleyê şahiya zarokan pêk anîn. Şahî ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît. Gelek welatî û zarok tevli şahiyê bûn.
 
Zarok di parkurên lîstikê yên li qadaşahiyê hatibûn avakirin dem derbas kirin. Di bernameyê de ruyê zarokan hatin boyaxkirin.Piştî lîstikên hatin lîstin, bername bi muzîkê bi dawî bû.