Festîvala 5'an a Zarokatiyê li Minbicê bi dawî bû

  • 16:46 5 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala 5'an a Şahiya Zarokatiyê ya bi diruşma 'Zaroka îro geşbûna pêşerojê ye' di roja xwe ya 5'an de li kantona Minbicê bi dawî bû.
 
Festîvala 5'an a Şahiya Zarokatiyê di 1'ê Îlonê de li kantona Reqayê dest pê kir û 3 rojan dom kir.
 
Di her sê rojên festîvalê yên li Reqayê de bi beşdariya 150 zarokan çalakiyên hunerî, çandî û lîstokî hatin pêşkêşkirin.
 
Di roja 4'an de festîval li kantona Tebqayê hat organîzekirin. Di çalakiyê de komek çalakiyên hunerî yên curbecur mîna stran, dîlan, şano û xwendina helbestan hatin pêşkêşkirin. Komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û komên Navenda Çandê ya kantona Reqayê ev huner pêşkêş kirin.
 
Di roja 5'an de festîval li kantona Minbicê bi beşdariya xelkê kantonê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, xet û meclisên sivîl hat lidarxistin.
 
Di çalakiyên roja 5'an de ji hêla komên Navenda Çandê ya kantona Reqa û komên Şehîd Hevrîn Xelef û Koma Komeleya Çeçen ên kantona Minbicê hunerên xwe pêşkêş kirin.
 
Ji bo spaskirina kedên Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê têkildarî lidarxistina festîvalê de Desteya Çand û Hunerê ya kantona Minbicê ew xelat kirin.