Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bang

  • 12:41 5 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên KCDK-E û KON-MED'ê li dijî tecrîd û dagirkeriyê banga tevlîbûna li Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn kirin.
 
Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn wê di 21'ê Îlonê de li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li qada Rebstockparkê bê lidarxistin. Festîvala ku bi rengekî kevneşop li Ewropayê tê lidarxistin, dirûşma wê ya îsal bi vî rengî ye: "Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin."
 
Hevserokên Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut û Engîn Sever û Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) Rûken Akça û Kerem Gok ji bo tevlîbûna li festîvalê bang kirin.
 
Zubeyde Zumrut got, "Gelê me yê hêja û bi rûmet, em îsal careke din xwe ji festîvala çanda Kurd re amade dikin. Amadekariyên teknîkî hemû qediya ne. Em li bendê ne ku gelê me bi hezaran, bi deh hezaran kesî biherike qada festîvalê. Li dijî êrişên li ser çanda Kurd û hebûna Kurdan, em li qada festîvalê bi beşdariya bi sed hezaran kesî govenda xwe ya azadiyê bigerînin, govenda şoreşê bigerînin, li dijî qirkirina çandî govendê bigerînin. Em bi kincên xwe yên neteweyî govenda azadiyê bigerînin."
 
Engîn Sever jî got, "Armancên me gelekî mezin in. Ji ber vê yekê jî divê gelê me tevlî festîvalê bibe. Li ser tevahiya Kurdistanê êrîşên gelekî taybet têne kirin. Li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdsitanê, Rojhilat û Rojava êrîş hene. Êriş li ser Şengalê hene. Gelê me divê xwedî li nirxên xwe, welatê xwe û çanda xwe derkeve. Em festîvala îsal diyarî berxwedana li Zapê dikin. Di şexsê berxwedana Zapê de em ê li qada festîvalê gerîlayên azadiyê silav bikin. Werin em tecrîda ku 26 sal in li ser Rêber Apo tê ferzkirin bişikînin, têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Rûken Akça jî li dijî êrişên tinekirin û îmhayê banga tevlîbûna li festîvalê kir û got, "Li hemberî polîtîkayên îmha û tinekirinê yên li ser nasname û çanda Kurdan, em bi hev re bi xurtî bersivê bidin, bi hezaran kes biherikin qada festîvalê ya li Frankfurtê. Di 21'ê Îlonê de li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê em ê bi hev re govenda azadiyê bigerînin. Govenda azadiyê çiqasî xurt be, wê bersiveke ewqasî baş ji dagirkeran re bê dayin."
 
Kerem Gok jî got, "Festîvala îsal wê li bajarê Frankfurtê, li qada Rebstockê bê lidarxistin. Weke KON-MED'ê em jî bang li gelê xwe dikin ku li dijî qirkirina çandî biherike Frankfurtê, li qada Rebstockê li hev kom bibe û bersiveke girseyî bide."