Li Mexmûrê Navenda Çand û Hunerê û Stêra Zêrîn konserek dan

  • 11:19 5 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn a Wargeha Mexmûrê ku ev sê mehin dewreyek a perwerdeya estrumanan dabûn destpêkin, bi konserekî berhemên xwe pêşkêş kirin.
 
Xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn a Wargeha Mexmûrê ku ev sê mehin dewreyek a perwerdeya estrumanan dabûn destpêkin, bi konserekî berhemên xwe pêşkêş kirin.
 
Bi kombûna hemû xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û yên Navenda Stêra Zêrîn a li parka Şehîd Aryen Cûdî dest bi konsera xwe kirin.
 
Armanca pêşkêşkirina vê konserê şermezarkirina êrişên li ser çand û hunera Kurdî, êrişên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ev konser diyarî Abdullah Ocalan hat kirin.