Festîvala Zarokan li Tebqayê dewam dike

  • 16:01 4 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Zarokan a 5`emîn li kantona Tebqayê didome. Di roja çaremîn a festîvalê de, komên beşdar bernameyên hunerî û çandî pêşandan.
 
Festîvala Zarokan a 5`emîn li Reqayê bi dirûşma "Zaroka îro ronahiya pêşerojê ye" 1`ê Îlonê dest pê kir û di roja çaremîn de li Tebqayê didome. 
 
Di 3 rojên pêşîn de 150 zarokan bernameyên xwe yên hunerî û çandî pêşandan.
 
Festîval li ser Dika Şehîd Musena Ebdulkerîm bi pêşandana gelek bernameyan ji aliyê zarokan ve, berdewam e.
 
Bi dehan şênî, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di festîvalê de hazir bûn. Zarokan stran, şano û helbest pêşandan. Komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand Jinan û Navenda Çandê ya Reqayê jî bernameyên xwe pêşandan.
 
Sibe roja dawîn a festîvalê ye û dê li Minbicê be.