Li Şengalê cara yekem pirtûkxaneyek hate vekirin

  • 12:53 4 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê ve li Xanesorê pirtûkxaneya Şehîd Vejîn hate vekirin. Ev dibe yekemîn pirtûkxane ku li Şengalê tê vekirin ku cih dide pirtûkên dîrokî, çandî, felsefî û hunerî.
 
Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê ve pirtûkxaneya Şehîd Vejin hate vekirin. Di vekirina pirtûkxaneyê de bi dehan ciwanên Êzidî û Ereb li gel endamên sazî û rêxistinên Şengalê amade bûn. Pirtûkxane li ser destê dayika Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Şehîd Merwan Bedel ve hate vekirin.
 
Beriya vekirinê li ser navê ciwanên Êzidîxanê Berekat Şengalî axaftinê kir û da zanîn ev cara yekemîn e li Şengalê ji bo pêşxistina zanebûna ciwan û tevahiya civakê pirtûkxaneyek tê vekirin û wiha berdewam kir: “Me weke ciwanên Êzidî di çarçoveya rêxistinkirina ciwanan de ev xebat pêşxist da ku ciwanên me karibin bêtir xwe zane bikin û dîroka xwe nas bikin.”
 
‘Ji bo em xwe biparêzin pêwîst e em xwe zana bikin’
 
Berekat Şengalî destnîşan kir ku ji bo ew karibin rê li ber fermanan bigirin û xwe ji fermanên nû biparêzin pêwîste xwe zane bikin û got: “Eger em xwedî zanebûn bûna ewqas ferman bi ser me de nedihat. Li Şengalê niha di aliyê xwe rêxistinkirinê de gelek pêşketin çêbûne û gelê me êdî dikare xwe biparêze û birêve bibe. Pêwîst e em ji bîr nekin ku ev pêşketin bi keda hevalên me yên şehîd çêbûye, li ser me erke em gotinên şehîdên xwe ji bîr nekin û li ser xeta wan bimeşin. Şehîd Vejîn ku di ber ciwanên Şengalê de gelek ked daye digot ‘Ji bo civak karibe xwe biparêze û li ser pêyê xwe bisekine pêwîst e xwe zane bike.’ Ev pirtûkxane li ser vî esasî û ji bo ku em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin hatiye vekirin.”
 
Dayika Merwan Bedel, Xoxê Cindî jî vekirina pirtûkxaneyê li şehîdên 74 fermanan, li tevahiya şehîdên tekoşîna azadiyê û li Abdullah Ocalan pîroz kir.
 
Piştî ku pirtûkxane hate vekirin şêrinahî li ser mêvanan hate belavkirin.
 
Pirtûkên Abdullah Ocalan jî li pirtûkxaneyê hene
 
Di pirtûkxaneya Şehîd Vejîn pirtûkên Rêber Ocalan, pirtûkên derbarê dîroka Êzidiyan de, pirtûkên çandî-civakî, siyasî û yên Abdullah  Ocalan jî di nav de hejmarek pirtûk cih digire. Ciwan dikarin li navenda pirtûkxaneyê pirtûkan bixwînin yan jî bibin malê bi şertê ku ew pirtûk carekî din li navendê bê vegerandin.