Li Swêdê Mîhrîcana Çand û Huner a Kurd hat lidarxistin

  • 13:41 2 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Mîhrîcana Çand û Huner a Kurd ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Swêdê hat lidarxistin de, peyamên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin dayîn.
 
Li Swêdê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de Mîhrîcana Çand û Huner a Kurd hate lidarxistin. Mîhrîcana ku Meclîsa Jin a Amara, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Navanda Çandê ya Teşî malvaniya wê kir, di şexsê Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Mêrdîn û Orhan Bîngol de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.
 
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK) Menîce Yigît Yildirim û Mehmet Kaya, behsa êrişên dewleta Tirk ên li ser ziman û çanda Kurd kirin. Di axaftinan de hat diyar kirin ku divê her kes bi awayekî xurtir li dora pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" kom bibin.
 
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad jî ev tişt gotin: “Axa Kurdistanê rastî êrişeke mezin a leşkeran tê. Dijmin ji kaosa li Rojhilata Navîn û cîhanê sûd digire û weke firsenek hewl dide hemû destketiyên Gelê Kurd ji holê rake. Li dijî vê yekê di serî de partiyên siyasî, piştre gelê me û hemû saziyên me xwedî erk û berpirsyar in.
 
Dewletên dagirker, çi Tirkiye, çi Îran, çi Sûriye û heta Iraq jî, li hember rastiya Gelê Kurd a gihaye vê merheleyê, ku bi ser ketiye û bûye xwedî statû, tehmûl nakin. Tevî ku di navbera wan de nakokiyên siyasî, olî û hwd. hene jî, Îran û Sûriye dema mijar dibe gelê Kurd dikarin bi dewleta Tirk re jî li hevkirin pêk bînin. Ev dewlet ji bo tinekirina gelê Kurd di nava tifaqê de ne. Ji ber vê yekê ev qonax ji bo gelê me qonaxa çarenûsê ye. Daxwaza me ji partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelê me ew e ku van rastiyan bibînin û helwesta xwe li gorî wê nîşan bidin. Em diyar dikin ku em dagirkeriya li ser Kurdistanê û qetilkirina zarokên xwe qebûl nakin."
 
Di peyama ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hat şandin de ev bang hat kirin, “Em bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên ku dê di sala duyemîn a şoreşa Jin jiyan Azadî de werin lidarxistin bibin.” Di peyamê de hat gotin, "Gelê Kurd bi dengek bilind ji tevahiya cîhanê re dibêje ku, ew li gel Rêberê xwe ye û jiyanek azad bêyî Rêbertî ne pêkan e.”
 
Partiya Çep a Swêdê û partiya Asûrî-Suryanî Bet-Nahrîn jî, ji festîvalê re peyam şandin û bal kişandin ser têkoşîna hevpar.
 
Di mîhrîcanê de bi pêşandanên şanoyên Koma Yarsan, Koma Çarnewa, Ayfer Duzdaş, Şerîf Omerî, Helîm Omerî, Nahîd Hewramî û Rizgar Hewramî kêliyên bi coş hatin jiyîn. Gelê Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî festîvalê bûn û bi gerandina govendê, bi berzkirina dirûşme û tilîliyan qada festîvalê coşandin.
 
Tevî ku hewaya li Swêdê sar û baran bû jî mîhrîcan bi coşek mezin pêk hat.
 
Di mîhrîcanê de her wiha Enstîtûya Kurd, Jineolojî, PENA Kurd stand vekirin û pirtûkên xwe dan nasandin.
 
Tevî koma Zarok Ma’yê ya ku ji bo zarokan hatibû vexwendin, ji bo zarokan cih hate çêkirin û zarokan hînê çanda Kurdî û stranên Kurdî kirin. Koma Zarok Ma her wiha di 31'ê Tebaxê de li Gamla Stan a navenda bajarê Stockholmê komxebatek pêk anî.
 
Mîhrîcana ku heta derengiyê dewam kir, bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.