‘Gelê Kurd wê şûnde gavê navêje’

  • 09:06 2 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR- Rêvebera Jîn Art Hunerê Belkîsa Suleymanoglu Bîtkîn êrîşên di demên dawî de li hember ziman, çand û nasnameya Kurdan zêde bûne nirxand û got: “Tişta ku bi êrîşan tê armanckirin tunekirina nasnameya gelê Kurd e. Gelê Kurd wê tu carê şûnde gavê navêje.”
 
 Êrîşên li hember ziman, çanda kurdan her diçe zêde dibin. Di demên dawî de  ciwanên ku stranên Kurdî dibêjin, bi êrîşên nîjadperest re tên rû hev û di dawetan de jî kesên bi cil û bergên gelerî govendê digerînin û stranan dibêjin tên girtin. Her wiha lewheyên trafîkê yên Kurdî ku şaredariya nivîsîne jî tên rakirin. Sedema êrîşan jî polîtîkayên AKP-MHP’ê ne.
 
Rêvebera Jîn Art Hunerê Belkisa Suleymanoglu Bîtkin êrîşên der barê çanda Kurd de nirxand.
 
‘Dixwazin hişmendiy ava bûye tune bikin’
 
Belkîsayê da zanîn ku demên dawî d eli hember çand û zimanê Kurdî êrîş zêde bûne û wiha got: “pêvajoyên berê jî êrîş hebûn lê niha di esasa nîjadperestiyê de destpê dikirin. Her diçe jî zêde dibe. Berê  ber polîtîkayên şerê taybet gel ditirsiya.  Lê gel ev tirs ji ser xwe avêtiye. Xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve. Bi gel re hişmendî ava bû. Xwedî li nasname û çanda xwe derdikevin. Ji ber vê jî desthilatdariyê bi zanebûn dest bi êrîşan kiriye.”
 
‘Êrîş tên normalkirin’
 
Belkîsayê her wiha bi lêv kir ku ne êrîşkar, kesên êrîş lê tên kirin tên binçavkirin û girtin û got: “Ev êrîş tên normalkirin. Desthilatdarî van êrîşan teşwîq dike. Dibêje ‘tu tundiyê bike, zextan bike heta tu dikarî bikujî. Tu vê bikî tu ne sûcdarî.’ B ivê êrîş derkestine asta herî jor.Ev tiştên tên jiyîn li her çar parçeyê Kurdistanê tên jiyîn. Kurd ji bo parastin aziman, çand û nasnameya xwe têdikoşin. Gelê Kurd li dijî van êrîşan seknek bi biryar nîşan didin.”
 
‘Êrîş gihiştine astek din’
 
Belkîsê di dawiya axaftina xwe de got ji berê de li hember Kurdan êrîş hene û niha ev êrîş gihiştine astek din û wiha dawî lê anî: “Li girtîgehan zext zêde bûn. Girtiyên stranên Kurdî dibêjin, bi Kurdî dinivîsin cezayên hucreyê didin wan. Li derve xebatên çand ûhunerê tên betalkirin. Dixwazin nasnameya kurd tune bikin. Lê tevî hemû êrtîşan Kurd têdikoşin. Kurd bi biryarin xwedî li nasnameya xwe derkevin. Tu êrîş wê bi gelê Kurd şûnde gavê nede avêtin.”