Li Koye mîhrîcana hunerî hat lidarxistin

  • 14:37 1 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Navenda Ciwanan ya Koye piştî dewreya perwerdeya hunerî ya xwendekaran bi dawî bû, mîhrîcana hunerî hate li darxistin û xwendekaran berhemên xwe pêşkêş kirin.
 
Li bajarokê Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê di werza havînê de li Navenda Ciwanan ya Koye ji bo xwendekaran dewreyek ya şêwekarî, muzîk, şano, xêzkirin, hunerî, pexşan û karê dest hate vekirin. Perwerdeya ku nêzî 200 xwendekar beşdar bûn du mehan berdewam kir û di roja dawî de jî mîhrîcana hunerî hate li dar xistin û di mîhrîcanê de berhemên xwendekaran hatin nişandan.
 
‘Girîngiyê bidin zarokên xwe ’
 
Mamosteya beşa şêwekarî Dinya Şêrwan a ji NÛJINHA'yê re axivî der barê dewreya perwerdê û çalakiyan de wiha got: “Ev sala yekem e dewreyên me bi vî awayî cûr be cûrin û mîhrîcanl hate li dar xistin. Giringiya vê dewreyê ewe ku zarok ji teknolojiye dûr bikevin û fêrî karên cûda bibin. Her wiha fêr dibin ku ew tiştên di nava malê de nayên bi karnîn, dubare sûd jê digrin û tê halê bi karanînê. Di heman demê de ew tiştên ku li vê derê fêr dibin di pêşerojê de jî dikarin sûd bigrin. Daxwaza min ji dayîk û bavan ewe ku girîngiyê bidin zarokên xwe û hewl bidin ji niha ve fêrî tiştan bibin. Zarok gelek zû fêr dibin, dikarin ew tiştên ku niha fêr bûne di pêşerojê de jêre bibin çavkaniya kar û dahatê.”