Mîhrîcana Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike

  • 15:29 28 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
 
MÛŞ - 3’yemîn Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike. Îro serdana gundan hat kirin û di serdanê de peyamên yekitiyê û têkoşîna li ber êrişên ser elewîtiyê hatin dayîn. 
 
Şaredariya Navçeya Gimigimê ya Mûşê, Komeleya Mekanê Hizir a Varto-Gimgim û Parastina Xwezayê, Komeleya Gimgimê ya Berlînê û Komeleya Rhermain a Gimgimê îsal 3’yemîn Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê li dar dixin. Mîhrîcan di roja duyemîn de berdewam dike. Di çarçoveya mîhrîcanê de serdana gundan û cemxaneyan hat kirin. Mêvanên mîhrîcanê ewilî çûn gundê Qûrçikê yê Gimgimê û bi gundiyan re civiyan. 
 
Huseyîn Ozmen ê ji gund di serdanê de axivî û behsa dîrok û şûnwarên pîroz ên gund kir. Serokê Komeleya Çand, Civak û Alîkariyê ya Cemxaneyê Zafer Boztaş jî axivî û da zanîn ew wek ciwanên gund xwedî li zimanê dayika xwe û çanda xwe derdikevin û daxwaza wan yekitî û hevgirtin e. Serokê Komeleya Çandê ya Alevî Bektaşî ya Îzmîrê Mûrat Aslan jî da zanîn ku wê baweriya elewîtiyê bi têkoşînê bi ser bikeve. Pîr Hazir Alî Beyzayildirim jî bal kişand ser girîngiya dergehên elewâitiyê û destnîşan kir ku her çiqas dewletê xwest wan asîmile bike û biqedîne jî lê ew neqediyan û hin bêtir hişyar bûn. 
 
Piştî axaftinan loqme hatin belavkirin. Mîhrîcan dê bi panel û konseran berdewam bike.