Komeleya Wêjekarên Kurd bertek nîşanî zextên ser ziman da

  • 13:32 27 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
 
AMED – Komeleya Wêjekarên Kurd bertek nîşanî zextên ser çand û hûnera kurdî yên li girtîgehan tên domandin da û di daxuyaniya xwe ya bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal parve kiriye wiha got: “Wê helbesta kurdî, wêjeya kurdî, zimanê kurdî, çanda kurdî û govenda kurdî her û her olan bide!”
 
Di demên dawî de êriş û zextên li dijî çand û nasnameya kurdî tên meşandin zêde dibin. Êriş û hedefgirtinên ji gotinên siyasetmedarên desthilatê bandor dibin bêhtir belavî welat dibin. Saziya Wêjekarên Kurdî bi sernavê “Wê helbesta kurdî, wêjeya kurdî, zimanê kurdî, çanda kurdî û govenda kurdî her û her olan bide!” daxuyaniyek parve kir.
 
Konsepteke li ser esasê qirkirina kurdan de tên kirin
 
Komeleya Wêjekarên Kurd bal kişand ser zextên ser govend, stran, kilamên kurdî û ev tişt gotin: “Bi her awayî êrişî ziman û çanda kurdî tê kirin û ji ber vê mirov tên girtin û îşkencekirin. Em baş dizanin ku ev, ne tiştên kêfî û belesebeb in. Ev, di çarçoveya konsepteke qirêj, di çarçoveya aqilekî asîmleker û konsepteke li ser esasê qirkirina kurdan de tên kirin.” 
 
Ev qirkirina çandî ye
 
Komeleya Wêjekarên Kurd di berdewama daxuyaniyê de bertek nîşanî cezadayîna nivîsandina helbestên kurdî da û wiha pê de çû. “Îro jî em pê hesiyan ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê ji ber helbest û gotinên stranên kurdî yên di lênûskên girtî Enes Îlgen û Serdar Başaran de, 11 roj cezayê hucreyê li her du girtiyan hatiye birin. Em Komeleya Wêjekarên Kurd, vê wekî qirkirina çandî û qirkirina bîra civakî pênase dikin û radigihînin ku em bi tu awayî van kirinên dixwazin bîra kurdî, wêjeya kurdî, ziman û çanda kurdî biqelihînin qebûl nakin û em ê di her şert û mercî de dengê kurdî, helbesta kurdî, wêjeya kurdî, zimanê kurdî û çanda kurdî bilind bikin.”