Pirtûka helbestan ‘Ey Ez’ a helbestkar Suphiye Bulut derket

  • 09:03 27 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Helbestkar Suphiye Bulut pirtûka xwe ya ewil a helbestan ‘Ey Ez’ nirxand. Suphiye ku di temenê biçûk de polîtîkayên tundî û asîmîlasyonê yê dewletê nas dike, malbata wê ji ber Kurdî diaxive tundî û îşkenceyê dibîne. Suphiyeyê wih agot: “Min êş û hêrsa xwe bi helbestan anî ziman. Li dijî qedexeyên  li ser zimanê me ez ê nivîsandina xwe bidomînim.”
 
Zextên li ser çand û zimanê Kurd ji salên 90’î heta niha didomin. Dethilatdarî bi zext, tundî û îşkenceyê  hewl dide Kurdan asîmîle bike. Tevî hemû êrîşên desthilatdariyê jinên Kurd bi biryarin ku ziman û çanda xwe biparêzin.
 
Suphiye Bulut zarokek malbata welatparêze. Li Dêrika Mêrdînê tê dinê heta 16 salî li Dêrikê dimîne. Di darbeya 12’ê îlonê de leşker bi ser mala wan de digirin. Bav, bira û gelek xizmên wan binçav dikin. Birayê wê Selahattîn tê girtin, li girtîgeha Amedê îşkenceyê dibîne. Malbat piştî vê koçî Amedê dikin. Dema diçin hevdîtina birayê xwe ji ber Kurdî diaixivin îşkence li wan tê kirin. Dibe şahidê îşkenceya ku li malbata wê tê kirin. Suphiye ji wê rojê de hestên xwe bi helbestan tîne ziman.
 
Helbestkar Suphiye Bulut ku yek ji jinên îmze avêtiye xebatên girîng yên wêjeya Kurd, pirtûka xwe ya ewil a helbestan a bi navê ‘Ey Ez’ derxist. Suphiyeyê der barê pirtûka xwe de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.
 
Li dijî îşkence û asîmîlasyonê Kurdî dinivîse!
 
Supniyeyê da zanîn ku di temenê biçûk de şahidiya zextan kiriye û got: “Em hatin Amedê, çûn hevdîtina birayê min girtîgeha Amedê. Ne girtîgeh cehnem bû. Em her hefte diçûn cehnemê. Çi tundî li hundir bikirana li derve jî l ime dikir. Em diçûn hevdîtinê, kal û pîra min Tirkî nizanibûn.  Me jî baş nizanibû. Ez û pîra xwe çûn hevdîtinê. Pîra min ji birayê min re got ‘Seleheddîno tû çawaye’. Tundî li me hemûyan kir. vê bandorek mezin li ser min kir. Ji wê rojê de ye ez bi Kurdî dinivîsim.”
 
‘Gelek gotinên me Kurdan hene’
 
Suphiyeyê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Helbest girînge. Kelecan û daxwaz girînge. Gelek gotinên me Kurdan hene. Gund, mal û axa me şewitandin. Zarokên me bombebaran kirin. Em hestên kelecan, hestiyarî, xemgînî, hêrsê hemûyan dijîn. Ez hemû hestên xwe bi helbestê dikim yek.”
 
‘Ey Ez’
 
Suphiyeyê balkişand ser pirtûka xwe ya ‘Ey Ez’ û balkişand ser girîngiya rol û mîsyona wêje û zimanê Kurdî: “Pirtûka min wê zû derketiba lê ji ber aboriyê me nikaribû derbixin. Weşanên Doz ez kîşf kirim û helbestên min kir pirtûk. Ez spas dikim. 4 pirtûkên min yên helbestê hene hene. Ez ez ê wan jî bikim pirtûk. Ez ê pirtûka çîroka jiyana xwe jî binivîsim.”
 
Tax bi tax rêxistinbûna jinan
 
Her wiha Suphiyeyê da zanîn ku ji bo azadiya jinan divê têkoşîn bê mezinkirin û got ji zarokatiya xwe heta niha bi paradîgma azadiya jinê mezin bûye û wiha dirêjî dayê: “Dema biçûk bûm baş tê bîra min. Em tax bi tax ji bo hişmendî û rêxistibûna jinan dixebitîn. Me digot tundiya mêr û zilma dewletê qebûl nakin. Ji bo vê divê têkoşîn bê dayîn. Heta jin azad nebin Kurdistan jî azad nabe. Divê têkoşîna vê bê dayîn. Divê em zimanê xwe bi zarokên xwe re bixivin. Divê her kes zimanê xwe biaxive.”
 
‘Ez ê nivîsandinê bidomînim’
 
Suphiyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê her tim xwedî li zimanê xwe derkeve, wê nivîsandinê bidomîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Min hers û êşa xwe bi helbestê xwe anî ziman. Ez ê nivîsandinê bidomînim.”