Li Zarokistan a di dema qeyûm de bêfonksiyon hatibû kirin qeydan dest pê kir

  • 13:19 24 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - Kreş û Malên Lênêrînê yên Biroj a Zarokistanê ku dê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xizmetên pirzimanî bidin, ji bo sala perwerdehiya 2024-2025’an dest bi wergirtina qeydan kir.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo Kreş û Malên Lênêrînê yên Biroj a Zarokistanê ku di heyama qeyûman de bêfonksiyon hatibû kirin ji sala nû ya perwerdehiyê re amade bibin lez da xebatên xwe. 
 
Li Kreş û Malên Lênêrînê yên Biroj a Zarokistanê ku dê ji bo dewreya nû ya perwerdehiyê amade bin, di çarçoveya perwerdehiya pêşdibistanê de dê ji zarokên 3-6 salî re dersên pêşxistina şiyanan bên dayîn. Zarok dê di çarçoveya çalakiyên civakî de ji atolyeyên şano, muzîk û hunerê sûd werbigirin.
 
Di malên lênêrînê de dê taştê, firavîn û xwarin ji hêla pisporên parêzvanan ve werin diyarkirin û amadekirin. Çalakiyên pêşdibistanê dê bi zimanên pirzimanî li Kreş û Malên Lênêrînê yên Biroj bên dayîn. Zarok dê rojên hefteyê di navbera saet 08.00-17.00’an de ji kreşên Zarokistanê sûdê wergirin.
 
Dê û bavên ku dixwazin ji kreş û navendên lênêrînê yên Zarokistanê sûdê werbigirin divê bi nasnameyên zarokên xwe serî lê bidin. Qeydkirin di 23’yê tebaxê roja înê de dest pê dike û dê heta 5’ê îlonê dewam bike. Welatî dikarin serî li Kreş û Malên Lênêrînê yên Biroj a Zarokistanê yên li taxên Bagcilar û Gurdogan bidin û qeyda xwe bikin.