Ji nûve Konservatuara Aram Tîgran…

  • 09:02 24 Tebax 2024
  • Çand û Huner
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Konservatuara Aram Tîgran ya ku qeyûman girtibû bi dirûşmeya "Hûn ne bê alternatîf in! Aram Tîgran dest pê dike" wê ji nûve bê vekirin. Şanoger Elvan Koçer ji bo rêwitiya hûnera ku wê ji nûve dest pê bikin bang kir.
 
Êrişên li hember nasnameya kurd bi salane didomin. Desthilatdariya bi taybet ciwanan hedef digire, hewl dide kurdan li ser axa wan bê bîr û bawerî bihêlin. Yek ji vê mînakê jî girtina Konservatura Aram Tîgran ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 2010’an de vekir. Konservatura ku di 5 beşan de perwerde dida di 2016’an de piştî tayînkirina qeyûman hat girtin Konservatura ku 6 salan girtî ma, piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde  Şaredariya Bajarê Mezin a DEM Partiyê ji nûve vekir.
 
Şanogera Şanoya Bajar a Amedê Elvan Koçer der barê vekirina konservatuarê de axivî.
 
‘Bi armanca jiyankirina nasnameya kurd wê bidome’
 
Elvanê diyar kir ku ji bo çanda kurd neyê jibîrkirin konservaturar ji nûve vekirine û heman demê de ji bo komên heyî xwestine alternatîfan ava bikin. Elvanê daxuyakirin ku di konservatuara ku ji nûve tê vekirin de ekîba berê wê dîsa cih bigire û got: “Şanoya Bajar a Amedê, Ma Muzîk, Akademiya Sînemeya Rojhilata Navîn ji xwe di konservatuara di 2010’an de hatibû avakirin de cih digirtin. Yanî ev xebateke ku me berê kiribû. Niha ji nûve me anî rojeva şaredariyê. Bi biryara şaredariyê wê konservatuar ji nûv bê vekirin.”
 
Beriya vekirinê pêvajoyek tije derbas dibe
Elvanê bi lêv kir ku niha amadekariyên wan bê navbre didomin û wiha daxuyand: “Despêka sezonê de em hewl didin bi awayekî pratîk dest pê bikin. Nav çend rojan de em ê îlana wê bikin û serlêdanan bigirin.Piştî temamkirina serlêdana pêvajoyê ji bo her qada dîsîplînê wê atolye bên vekiri û xwendekar bên diyarkirin. Meha cotmehê herî dereng meha mijdarê dest bi dersan bikin.”
 
Wê xebatên cur bi cur hebin
 
Elvanê destnîşan kir di konservatuarê de di beşên diyarkirî yên wekê şano, sînema, muzîk, wêjeyê de  sînorê temen her beşek di nav xwe de diyar dike. Elvanê wiha domand: “Bi rêk û pêk wê dersên xwendekarên konservatuarê hebe. Ji bilî vê wê atolye jî hebin. Wê ji derve mamoste bên û tevli atolyeyan bibin.  Pêvajo jî wê dîsîplîna wê qadê diyar bike.”
 
Dixwazin çand kurd tune bikin’
 
Elvanê balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser nasnameya kurd û got akademî li dijî van polîtîkayan hatiye vekirin û wiha domand: “Li hember çand, ziman, cil û berg, huner, hunermendên kurd her tim astengî hene. Bi van astengiyan dixwazin hemû kodên çandî tune bikin. Ciwan van kodan dikarin bigihînin pêşerojê. Ji ber vê em dixwazin ji ciwanan re qadê vebikin û ciwanan bigihînin. Ez vê jî bêjim ne tenê ji Amedê ji derveyê bajar jî em serlêdanan dipên. Em hemû ciwanan dipên.”