Hunermend Dîlan Cudî ya tahliye bûye: Li girtîgehan hilberîn tê astengkirin

  • 09:03 23 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Piştî dadgeriyê dosya ji usulê xera kir şûnde hunermend Dîlan Cudî Saruhan ji aliyê dadgeha herêmî ve hat berdan. Dîlanê wiha got: “Min gelek bêriya çiya û axê kiriye. Divê zêdetir xwedîderketina li girtîgehan hebe. Ne tenê dayik divê gel, ciwan û dostên kurdan zêdetir berpirsyariyê bigirin ser xwe.”
 
Dîlan Cudî Saruhan di 2017’an de dema xwendekara Beşa Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Marmarayê bû hat girtin. Peyama ku Dîlanê ji hevala xwe re şandibû wek "Li dijî herikbariya jiyanê ye" hat dîtin û bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza lê hat birîn. Ji sûcdariya "xerakirina yekitiya destura bingehîn" biryar aberatê hat dayîn û di 2017’an de hat girtin. Dîlan 7 salan girtî ma û dosya wê şandin Dadgeriyê. Dadgeriyê dosya xera kir û ji nûve şand dadgeha herêmî. Di rûniştina yekemîn a dadgehê de Dîlan ji sûcê "endamtiya rêxistinê" hat tahliyekirin. Cezayê Dîlanê vê carê daxistin 7 sal û 6 mehan. Dosya niha dîsa li dadgeriyê ye. Dîlan a ku tahliye bû der barê pêvajoya girtîgehê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Min li girtîgehê xwe hilweşand û ji nûve heyî kir’
 
Dîlanê da zanîn ku 7 salan ji hezkiriyên xwe dur ketiye û ji ber vê xemgîne û got: “Lê heman demê de pêvajoya hatiye jiyîn gelek tişt bi min da qezenc kirin. Min di 7 salî de bêriya çiyan û axê kir. Min bêriya darê kir. Ez ji girtîgehê derketim roja duyemîn çûm min dar hembêz kirin. Li girtîgehê min xwe hilweşand û ji nûve çêkir. Girtîgeh qadên ku mirov her tim difikirine. Min gelek jinên berxwedêr nas kirin. Jinên xurt nas kirin. Bandorek mezin li ser min kirin. Heta zindan vala nebin azadî tuneye. Divê zindan neyên jibîrkirin. 7 salan girtî mayîn ji bo min zehmet bû lê her tim bi têkoşînê derbas bû. Li girtîgehan berxwedanek mezin heye.”
 
‘Rêhevaltî di koka jinan de heye’
 
Dîlanê bakişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û got di alî girtiyên jin de binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha daxuyand: “Bi hevkariya AKP-MHP’ê kadroyek nû ava bû. Vana ewil berê xwe dan girtîgehan. Rêveberiyên girtîgehan guhertin. Kesên hîn faşîstir anîn rêveberiyê. Bersivê nadin daxwaznameyên me. Li ser malbat û girtiyan zext zêde kirin. Nahêlin girtî derman bibin. Ger girtiyên nexweş pêvajoya ewil de bên dermankirin wê nexweşiya wan evqas pêş nekeve.Li girtîgehan yên ne nexweş jî nxweş dikevin. Li dijî tiştên tên jiyîn jin ji hev re dibin moral û motîvasyon. Rêhevaltî di koka jinan de heye.”
 
‘Min got ez hûnera xwe dikim û hûn nikarin pêşî li min bigirin’
 
Dîlanê bi lêv kir ku li girtîgehê hilberandin pêvajoyek zehmete û wiha daxuyand: “Min wêne hêz dikirin lê nedihiştin ez wêneyên xwe kom bikin. Her carê desteser dikirin û nedidan min. Digotin alav ji derveyê armanca wê bikaranîn qedexeye. Min jî rabû li ser tîşort û atletên xwe wêne nexweş kirin. Min got bila bala wan nekişîne. Min di şertên heyî de bi hestên xwe hunûnera xwe meşand. Min nexweşê kiribû bi rehetî derxist derve. Min got hûn wisa bikin ez ê hûnera xwe bikim. Min got hûn nikarin pêşî li min bigirin. Li Çanakkale û Stenbolê nexweşên min bi xwepêşendanekê hatin pêşkêşkirin.”
 
‘Berpirsyarî dikeve ser milê hemû kesî’
 
Dîlanê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Çalakî û bernameyên li derve li dijî tecrîdê pêk tên bandorek mezin li ser girtiyan dike. Lê divê civak hîn bêtir berpirsyariyê bigirin ser xwe. Em dibînin ku xwedî derketina li girtîgehan kêm e. Divê binpêkirinên mafan, dijhiqûqiyên mafan yên li girtîgehan neyê qebûlkirin. Tililiyên dayikan yên li ber girtîgehê, nameyên ji derve dihatin moralek mezin dida me. Ji ber vê jî berpirsyariyek mezin dikeve ser milê sazî û gelê me.”