8'emîn Mîhrîcana Çanda Kurd dest pê kir

  • 13:24 16 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Çanda Kurd a 8'emîn li Brukselê bi meşeke çandî dest pê kir.
 
Mîhrîcana wê heta 18'ê Tebaxê dewam bike û gelek hunermendên kurd, komên govendê hunera xwe pêşkêş bikin û xwarin û kincên gelêrî wê bêne nasandin.
 
Mîhrîcan li qada Place de Bourseyê bi meşa çandî ya li ber dahol û zirneyê dest pê kir. Di mîhrîcanê de Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 40'emîn de hate silavkirin.
 
Ji Tevgera Jinên Kurd Zubeyde Zumrut li mîhrîcanê axivî û got, "Eger em îro vê mîhrîcanê pîroz dikin, em minetdarê Pêngava 15'ê Tebaxê, PKK'ê ne. Bi saya pêngavê em bi çand û zimanê xwe dijîn."
 
Hunermend û komên ku di mîhrîcanê de wê hunera xwe pêşkêş bikin bi vî rengî ne: "Koma Muzîkê ya Yilmaz Guney, Hozan Dîno, Xelîl Sadikî, Koma Jordaw, Koma Govendê ya Zarokan, Koma Mîran, Hozan Terzî, Dîwana Dengbêjan, Hozan Şemdîn, Evdê Sîlopî, Hozan Xecen, Hozan Rêber, Hozan Seîd, Koma Erbaneyê ya Serhed, Hozan Sûltan Botan, Koma Stêrk, Pel muzîk, Koma Çar Newa."