‘Divê em xwedî zimanê xwe yê zikmakî derbikevin’

  • 20:46 11 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
XARPÊT - Di panêla “Qirkirina Çandî” ya Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê de wiha hate gotin: “‘Divê em xwedî li bawerî û zimanê xwe yê zikmakî derbikevin’”
 
 Li navçeya Depê 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê, di roja duyemîn de didome. Mîhrîcana bi pêşengtiya Şaredarî, Sanatça, Komeleya Piştevaniya Civakî, Pêşxistin û Çandê ya navçeyên Kîgi-Dep-Adakli-Yayladere-Yedisûyê (KAYY-DER) û Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) bi dirûşma “Têkiliya ser bingeha rast a xwezayê, temînata çandê û destpêka her tiştan e” tê lidarxistin, bi panêla “Qirkirina Çandî” dom kir. Şanoger Ozcan Ateş û Hevseroka DAD’ê ya Giştî Kadriye Dogan wek axiver, Mûsa Şanak jî wek moderator tev li panelê bûn.
 
Ozcan Ateş bal kişand ser qirkirina çandî, asîmîlasyon û koçberiyê û anî ziman ku divê tiştên sed salên dawî yên bi serê kurdan hatine baş werin zanîn. Ozcan da zanîn ku feraseta Modernîtaya Sermayedar derveyî sosyalizmê ye û wiha axivî: “Modernîteya Sermayedar polîtîkayên xwe bi dagirkerî û tunekirinê pêk tîne. Êrişî her hêmayên madî û manewî dike. Netewe dewletê ji xwe re dike rûpoş. Feraseta nijadperest û desthilatdar a mêr hebûna xwe wek ‘dewlet’ pêk tîne.”
 
‘Divê em di her qadên jiyanê de xwedî li çand û zimanê xwe derkevin’
 
Ozcan diyar kir ku feraseta netewe dewletê, takekesiyê ferz dike û destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên tunekirinê ya modernîteya sermayedar; têkoşîna azadî û çandî ya modernîteya demokratîk pêşengtiyê dike.
 
Ozcan bi bîr xist ku ji berê ber bi îro ve ji bo tunekirina nasnameya kurdî gelek hewdan çêbûn û bilêv kir ku li dijî vê yekê jî berxwedanekî mezin jî tê lidarxistin. Ozcan axaftina xwe wiha domand: “Bi salên 2000’an dema şaredarî hatin bi destxistin di hêla çandî de pêvajioyekî nû dest pê kir. Feraseta netewe dewletê bi desthilata AKP’ê û MHP’ê careke din êrişî kurdan kirin. Hewldan destkeftiyên di 15 salan de hatine bidestxistin, bi destê qeyûman ji holê rakin. Ewilî hewl dan xebatên çand, jin û zarokan bi dawî bikin. Zarokên di 20 salên dawî de bi darê zorê hînî tirkî bûne îro nikarin bi zimanê kurdî biaxivin. Lewma divê em kûrtir bifikirin. Divê em di her qadên jiyanê de xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.”
 
‘Divê em xwedî li bawerî û zimanê xwe yê zikmakî derbikevin’
 
Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan jî bi ser asimilasyona baweriyê axivî. Kadriye wiha got: “Dema mîhrîcan tê gotin pîrozbahî û cejn tê bîrê. Lê divê berî mîhrîcanê em xwe ava bikin. Divê em xwedî li bawerî û zimanê xwe yê zikmakî derbikevin. Piştî ku me nasnameya xwe, jiyanekî birûmet bi dest xist dê mîhrîcan li gorî riha xwe were li darxistin, bi coş were pîrozkirin.
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.