Li Êlihê starta bernameyên çandê hat dayîn

  • 15:03 19 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
 
ÊLIH - Mala Dengbêjan ku di bin banê şaredariya Êlihê de ye dest bi xebatan kir.
 
Şaredariya Êlihê dîsa dest bi xebatên xwe yên ji bo parastin û domandina çandê kir. Mala Dengbêjan a girêdayî Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Êlihê, li Parka Salih Ozdemîr çalakî li dar xist û gelek welatî tevli bûn. 
 
Di bernameya ewil de ji dengbêjên bajar ên navdar Perîxana Şirnexî, Ehmedê Xiyî, Evdilê Koçer, Evdilezîzê Koçer, Heyderê Xiyî û Salihê Qubînî cih girtin. Hevşaredar Gulistan Sonuk di bernameyê de axivî û wiha got: “Ji bo parastin û domandina hunera dengbêjiyê, çi ji destê me bê em ê bikin. Dê di rojên pêş de bernameyên me bidomin.” 
 
Dengbêjên ku stranên xwe pêşkeşkirin, rastî eleqeyeke mezin a gel hatin. Çalakî heta derengiya şevê domiya.