Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê hat avakirin: Ev qîrîneke serhildêr e

  • 09:58 19 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
 
Pelşîn Çetînkaya-Gulistan Gulmuş
 
AMED - "Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê" ku bi beşdariya gelek hunermendan damezrandina xwe îlan kir. Jinên beşdarî înîsiyatîfê bûne diyar kirin ku armanca wan şikandina bêdengiya heyî ye û gotin, "Em êdî li hemberî van qedexeyan serî natewînin."
 
Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê, li Konaxa Îskenderpaşa ya li navçeya Sûr a Amedê duh bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand. Gelek hunermendên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin beşdarî daxuyaniyê bûn. Hunermendên tevlî înîsiyatîfê bûn diyar kirin ku li dijî bêdengiya ku li hember polîtîkayên zextê heyî bişkînin li hev civiyan e. 
 
Hunermendên ku tevlî înîsiyatîfê bûn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
'Bi rastî em wê rojê li wir mirin'
 
Gul Buyukbeşe di qada belgefîlmê de dixebite û bal kişand ser berpirsiyariya hunermendan û got: "Wezîfeya hunermendan yek jî derxistina heqîqetê ye. Li hemberî hunerê astengiyek heye. Niha derewên ku tên kirin zêde ne. Îktîdar her tim di nav derewan de bû. Derewên ku îro tên gotin ez behsa wan nakim. Minak di 10'ê Cotmehê de bombeyên DAIŞ'ê li ser me barî û bedenên mirî li erdê man. Xwestin em ji rêxistineke kokteylê bawer bikin, di musabakayeke fûtbolê de kesên ku hatin qetilkirin hatin hiryohiryokirin. Bi rastî em wê rojê li wir mirin. Dema bombeyên DAIŞ'ê li ser me dibarî, divê em pirsan bikin û meraq bikin û rêwitiyeke heqîqetê bidin destpêkirin."
 
'Em hêvî dikin qêrîna me bê bihistin'
 
Gul, da zanîn ku kesên ku ji vegotina heqîqetê aciz dibin hene û wiha bi lêv kir: "Kesên ku hewl didin xwe bighînin heqîqetê hene û kesên ku hewl didin heqîqetê veşêrin hene. Nakokiya di navbera wan de heyî asayî ye. Lê belê tişta ku derdixin holê jî dijminatî ye û pêkanîna zextan e. Ev tenê ne li qada min, gotinên hêzen hegemonik dibe kirdeya nefretê. Kesên ku di kuncikê xwe de ji tenêbûnê bêzar bûne, westiyayînê, di kuncikêke din jî jinek, ciwanek, karkerek û penaberek miriye, kesên ku di kuncikê xwe de xemgîn dibin, şerm dikin û digirin hene jî îro gihaştin hevdû. Em ji bo gotinên xwe bi rêxistin bikin li hev civiyan. Gotinên me muxalîf e. Ji bo gotinên hevpar em li hev civiyan. Ez hêvî dikim ku qêrîna me ji hêla her kesî ve bê bihistin."
 
'Em êdî nikarin behne bigirin'
 
Ayşe Çetînbaş jî belgefîlman re mijûl dibe diyar kir ku ji ber karê ku dikin gelek caran hatine darizandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji ber bûyeran me gelek êş kêşand. Ji ber vê yekê em komî ser hev bûn. Me jî para xwe ji rewşa herî xirab a Tirkiyeyê girt. Hek li malê ma, derûniya gel xira bû. Ez li ser navê xwe bêjim min gelek êş kêşand. Dema em tên cem hev em ji hev re dibêjin û parvedikin. Ji ber vê yekê me înîsiyatîfeke wisa ava kir. Em kesên ku belgefîlman çêdikin, ji ber fîlmên xwe hatin girtin, fîlmên hatin qedexekirin. Hevala me Çîgdem Metar û Mîne Ozer niha girtî ne. Êdî em nikarin behnê bigirin. Me xwest em vê yekê ragîhînin. Em naxwazin serî li hember qedexeyan bitewînin. Em dixwazin bi kolektîfî deng derxin."
 
'Hewl didin civakê bêdeng bikin'
 
Wênesaz Fatoş Îrven, diyar kir ku li dijî bûyerên nexweş ên li Tirkiyeyê pêk tên komek ji hunermendan pêk tê li hev civiyan û got: "Me înîsiyatîfek ava kir. Me duh jî înîsiyatîfa xwe aşkera kir. Me armanc kir ku li dijî hemû neyîniyên pêk tê, bêhiqûqî, bêedaletiya ku belav dibe deng derxin. Em li Amed û Stenbolê çen caran hatin li cem hev û me biryara mezinkirina rêxistinbûna xwe da. Li tevahiya cîhanê zext heye lê li Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe kûrtir dibe. Faşîz belavî her qada jiyanê bûye. Em wek hunermend jî bi bandor dibin û ev pêkutî ne asayî ne. Bi polîtîkayên asayî hewldidin civakê bêdeng bikin." 
 
'Kesek ji me ne bêguneh e'
 
Wênesaz Sevînç Altan jî rewşa Tirkiyeyê nirxand û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Îro her gotinek me wek sûc tê nirxandin û tên girtin. Li pêşberî me dîwareke dojehê heye. Pêşberî daxwazên edalet û heqê dîwar hene. Deklarasyona ku me aşkera kir di nav xwe de qêrînê dihewîne. Ev qêrîn bangek e. Bangekek girtina berpirsiyariyê ye. ‘Kesek ji me ne bêguneh e’ divê mirov vê yekê qebûl bike û wisa dest pê bike. Dema bûyer bû em li ku bûn, me çi dikir... Bila ev wekî bang û mirazek nemîne. Divê em bingeha vê tijê bikin, têkilî daynîn û banga hilbêrîna kolektîf bikin. Em li pêy bin û ev hêj destpeke."