Kesên di Pêşbirka Wêjeyî de bi ser ketin hatin xelatkirin

  • 16:55 29 Cotmeh 2020
  • Çand û Huner
ŞEHBA - Yekîtiya Rewşenbîran û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê dewreya duyem ya pêşbirka wêjeyî ya Şehîd Garzan li hola Çand û Huner a navçeya Fafîn li Şehbayê li dar xistin.
 
Bi dirûşma"Misogeriya pêşeroja  şînbûyî, ciwanên afrîner in" Yekîtiya Rewşenbîran û Desteya Ciwan û Werzîşê duyem dewreya pêşbirka wêjeyî ya bi navê Şehîd Garzan bi şahiyekê li hola Çand û Huner a navçeya Fafîn ya Şehbayê bi amadebûna Meclîsa Sûriya Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclîsa Kantona Şehbayê û Yekîtiya Rewşenbîran li dar xistin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Îsmet Hesen axivî û wiha got: "Em wek Yekîtiya Reşenbîran di nava koçberiyê de pêşbirkên xwe li dar dixin û parastina çand û zimanê gelê xwe dikin. Em bi tundî dagirkeriya dewleta tirk a ku tevahî deverên Sûriyeyê dagirkirî şermezar dikin."
 
Her wiha li ser navê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê, Gulê Cimo wiha got: "Em pêşbirka wêjeyî li pakrewanên xwe pîroz dikin. Ciwan tovika civakê ne divê em jî piştgiriya vê tovikê bikin da ku karibin xwedî li nirxên civaka xwe derkevin û civakek çandî ava bikin."
 
Paşê sînevîzyonek li ser jiyana Şehîd Garzan hate pêşkêşkirin. Her wiha xwendevana bi navê Ehmed Hesen helbestek kurdî bi navê "Wijdan" û Endama Yekîtiya Rewşenbîran Xatûn İbrahîm helbestek erebî bi navê "Niha" pêşkêş kirin. 
 
Şanoyek bi navê "Pênûs" ji aliyê ciwanên Efrînê ve hat pêşkêşkirin.
 
Di dawiya şahiyê de kesên ku di pêşbirka wêjeyî de ku beriya 3 mehan hatibû vekirin ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê ve 7 kes hatin xelatkirin. Ji aliyê helbestan bi zimanê kurdî Biharîn Mihemed, Sozdil Nebo û di aliyê nivîsandina çîroka bi kurdî Hind Ebdullah bi ser ketin.
 
Ji aliyê helbestên bi zimanê erebî Ednan Xelîl Mihemed, Evîn Mihemed û ji aliyê nivîsandina çîrokan ên bi erebî Sefa Hebîb bi ser ketin.
Her wiha jina ciwan a bi navê Kewser Xelîl ji bo helbesta kurdî hate xelatkirin.
 
Hêjayî  bibîrxistinê ye ku pêşbirka wêjeyî li Kantona Şehbayê beriya 3 mehan hatibû vekirin û 25 kes bi helbest, çîrok, şano û gotarên xwe tevlî pêşbirkê bûn.