3'emîn Mîhrîcana Sema ya Govendên Gelêrî dest pê kir

  • 18:14 25 Cotmeh 2020
  • Çand û Huner
ŞEHBA - 3'emîn Mîhrîcana Sema ya  Govendên Gelêrî bi dirûşma"Welat yeke, çand regînin e, em yek dest bin" li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê dest pê kir.
 
Bi dirûşma "Welat yeke, çand rengîn e, em yek dest bin" Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê 3'emîn Mîhrîcana Sema ya Govendên Gelêrî li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê da destpêkirin. Di mîhrîcanê de şêniyên Efrîn û Şehba, endamên sazî, dezgeh û nûnertiyên Rêveberiya Xweseriy a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.
 
Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê hat destpêkirin. Paşê li ser navê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê, Mihemed Dawud axivî û got: "Mîhrîcana 3'emîn ya Sema likoçberiyê hat lidarxistin. Ev mîhrîcan rengê çanda gelan derdixîne holê. Mîhrîcan û berxwedana gelê Efrînê bû bersiv ji hêzên dagirker re û daxwaza dijmin vala hat derxistin."
 
'Xwedî li çand û hebûna xwe derkevin'
 
Li ser navê  Meclîsa Malbetên Şehîdan a Herêma Efrînê dayika Şehîd Ronahî Emîne Qenber axiv. Emîneyê pakrewanên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Em bi pakrewanên xwe serbilind in. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê naskirin em ê xwedî li çand û hebûna xwe derbikevin. Em ê şopdarên pakrewanên xwe bin."
 
'Bi berxwedana jinan komploger têk çûn'
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Esmahan Mihemed Hesen jî behsa zindîkirina çandê kir û wiha anî ziman: "Bi sekin û berxwedana jinên kurd îro pilan û komploya dijminan têk çû. Zindîkirina çandê erka me tevan e û bi çalakiyên wiha em cardin vedigerin çanda xwe ya resen. Şêniyên Efrînê li wargehên koçberiyê çanda xwe ji qirkirinê diparêzin, em ê xwedî li çanda ku bi hezaran salan heyî derkevin."
 
Her wiha Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Farûq El Meşî jî  wiha got: "Ruxmî koçberî û êşê şêniyên Efrînê berxwedana xwe didomînin û bi çalakî û tekoşîna xwe li hember dagirkeriyê serî hildan. Şêniyên Efrînê bi yekîtiya xwe wê dagirkeriyê têk bibin."
 
Piştre koma şehîd Serhet a Govendê ya Bajarê Helebê a Kevneşopiyê govenda xwe pêşkêş kir.
 
Her wiha Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn û Şehbayê, Rêvan İbrahîm, Ekrem Hesen û Mihemed Hec Welo li tembûrê dan. Paşê pêşbirk di navbera du malbetên bi navê Nasir û Şenik ku bi lêdana dahol û zirne li Efrînê dihatin nasîn pêk hat.
 
Di dawiya mîhrîcanê de sînevîzyonek li ser dîroka govenda kurdî hat pêşkêşkirin.
 
Mîhrîcan dê sibe bi dawî bibe.
 
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku mîhrîcana Sema ya govendên gelêrî sibê bi dawî bibe.