'Şano parçeyek ji hunerê ye, ev huner jî jin dewlemend dike'

  • 09:16 15 Cotmeh 2020
  • Çand û Huner
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Endam û Rêveberên Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê derbarê pêşketina qada huner û dewlendiya ku hebûna jinê di hunerê de bi xwe re tîne wiha gotin: "Şano yek ji qadên hunerê ye ku êş û zehmetiyên civakê li ser dikê pêşkêş dike, lê ya ku şanoyê dewlend dike zimanê jinê ye."
 
Bi rêya şano û şanogerên ku rola xwe li ser dikê li pêşiya civakê dileyizin êş, bûyer, destan, çîrok û zehmetiyên civakê tên pêşkêşkirin.  Şano yek ji qadên hunerê ye û bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gavên berbiçav di vê qadê de hatine avêtin. Jinê bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re rola xwe di hemû qadan de girt û yek ji wan qadên girîng jî huner e û di nava hunerê de xebatê şanoyê ye. Têkildarî xebatên şanoyê, endam û rêveberên Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê nêrînên xwe parve kirin.
 
'Huner parçeyek ji rihê mirov e'
 
Ji Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê û di heman demê de Şanoger Rûmet Beko di destpêka axaftina xwe de teqez kir ku huner parçeyeke ji rih û hestên mirov e û wiha got: "Ger ku mirov hunerê bi rê ve bibe divê ku girêdaneke wî ango wê bi hunerê re hebe ji ber ku huner paçeyeke ji rih û hestên mirov in. Ji bo mirov hunerê bi şêweyek rast bi rê ve bibe divê hemû aliyên wê têr bike. Di hunerê de gelek qad hene yek ji wan qadan jî qada şanoyê ye. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re qada şanoyê yek ji wan qadên hunerê bû ku di astên bilind de bi pêş diket û karîbû bibe deng û zimanê civakê. Her tiştê ku bi ziman û tevgera jinê be helbet ew xebat dewlemend dibe û digihêje armanca xwe. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji ber şano pêş ket gelek jinan di nava beşa şanoyê de cihê xwe girtin. Bi hebûna jinê ya di qada şanoyê de şano dewlemend bû. Her wiha piştî koçkirina me ya ji Efrînê û bicihbûna me ya li Kantona Şehbayê ji bo derxistina êş û zoriya ku gel di penaberiyê de dijî hewcedariya me bi şanoyê hebû. Pêşkêşkirina her şanoyekê pêşkêşkirina çîrokekê ye."
 
'Bingeha mijara her şanoyekê Efrîn û êşa civakê ye'
 
Rûmetê di nava gotinên xwe de destnîşan kir ku di bingeha her şanoyekê de Efrîn û êşa civakê peyda dibe û wiha axivî: "Di nava şerdên koçberiyê de em weke şanogerên Efrînê da ku carek din qada şano li ser piyan bihêlin, bi hebûna 7 şanogeran û di bin konê koçberiyê de me şanoyeke bi navê "Gunehê Hespî" ji zarokan re pêşkêş kir.  Rast e şano ji bo zarokan bû lê naverok Efrîn û êşa civakê bû. Em weke şanogerên jin ên Efrînê  ji bo zêdetir em bandor li civaka xwe bikin me xwest zêdetir êş û berxwedana 58 rojan bidin pêş."
 
'Di hundir şanoyê de şanoya mûzîkê bi pêş ket'
 
Endama Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê, Fatma Bîlal jî balkişand ser  şanoyê û wiha pê de çû: "Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji ber serweriya Rejima BAAS'ê ya li ser gelên Sûriyeyê û bajarê Efrînê xebatên hunerê bi sînor dibûn. Di wê demê de Rejîma BAAS'ê li pêşiya şanoyên ku ji bo gel dihatin pêşkêşkirin dibû bend. Bi çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re xebatên hunerê pêş ketin. Bi pêşketina hunerê re yek ji wan beşan, beşa şanoya mûzîkî bû. Şanoya mûzîkî bi zimanê wêjeyî ku ji stran, helbest û govendê pêk tê û cudahiya xwe ji şanoyên din nîşan dide. Şanoya mûzîkê bi zimanê jinê zêdetir bi bandor e."
 
'Jinên Efrînê bi rihê hunerê tev digerin'
 
Fatma herî dawî diyar kir ku bi rola jinê şano bi wate dibe û wiha bi dawî kir: "Şanoya mûzîkê bi şêweyeke wêjeyî tê pêşkêşkirin, ji bo wê zêdetir nêzî civakê ye. Li Efrînê cara yekem du şanoyên mûzikê ku destanên kevnar vedibêjin hatibû pêşkêşkirin, yek li ser Memê Alan li Efrînê hatibû pêşkêşkirin û ya din jî li ser Derweşê Evdî li Kantona Şehbayê hat pêşkêşkirin. Ez bi xwe jî cihê xwe di şanoya mûzîkê de digirim û min rola xwe di Mîhrîcana Mîtan a Sibata 2020'an de hatibû lidarxistin girtibû. Rola jinê şanoyê bi wate dike, ji bo wê em ê xebatên xwe yên hunerî zêdetir pêş bixînin."