'Dem dema şikandina zincîrên koletiyê ye'

  • 09:04 28 Îlon 2020
  • Çand û Huner
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Jinên ku beşdarî 1'emîn Mîhrîcana Sînemayê ya Lêlon bûn li ser naveroka filîmên mîhrîcanê nêrîna xwe anîn ziman û ev tişt gotin: "Naverokên filîmên ku hatin pêşkêşkirin diyar kir ku jiyana gelan li tevahiya cîhanê yeke. Vê jî bi taybetî di warê têkoşîna azadiya jinan de xwe da der. Ji bo wê dem dema şikandina zincîrên koletiyê û meşa ber bi azadiyê ve ye."
 
1'emîn Mîhrîcana Sînema ya Lêlon  li Şehbayê  bi pêşkêşkirina filîmên cur be cur li ser çanda gelan hat lidarxistin û bi dawî bû. Van filîman naveroka  jiyana gelan ji me re dan nîşandan û hat xuyakirin ku mirov dixwazin li ser axa xwe bi çand û zimanê xwe bijîn. Têkildarî mijarê jinên ku beşdarî mîhrîcanê bûne nêrîna xwe li ser naveroka filîman ji me re parve kirin.
   
'58 fîlm hatin pêşkêşkirin '
 
Endama Komuna Sînema ya Herêma Efrînê Zîlan Silêmen derbarê mîhrîcanê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di mîhrîcanê de bi giştî 58 filîm hatin pêşkêşkirin. Rojane 2 saet û nîv ji bo pêşandana fîlaman hat veqetandin.  Di van fîlaman de gelek mijarên girêdayî jin û dozên wan hebûn.  Hin filîmên ku hatin pêşkêşkirin ji aliyê Komîteya Biryardayinê ve hatin nirxandin.  Rojane ji bilî filîmên ku  ji komîteyê re hatin pêşkêşkirin, du filîmên din jî hatin pêşkêşkirin, lê ev tenê hatin tameşekirin. 43 filîm li herdu kampên Berxwedan û Serdemê hatin pêşandan."
 
 'Pergalên desthilatdar koletiyê li jinan ferz dikin'
 
Jina bi navê Emel Qehreman derbarê naveroka filîmên ku hatin pêşkêşkirin de wiha nêrîna xwe parve kir: " Naveroka filîman her roj cuda bû.  Li ser doza jinan gelek xal hatin şîrovekirin, ev yek diyar dike ku jin li hemû welatên cîhanê heman rewşê  dijîn. Pergalên desthilatdar koletiyê li jinan ferz dikin û wan mecbûrî serweriya xwe dikin.  Pêwist e nêrîna li jinê û rola ku civaka mêr lê ferz kiriye bê guhertin û jin xwe ji koletiyê rizgar bikin. Azadiya jinan tê wateya azadiya tevahî civakê."  
  
'Di filîman de wateya hêviyê girîng e'
 
Hevseroka Desteya Şûnwaran a Herêma Efrînê Esmehen Ehmed jî têkildarî naveroka filîman ev yek got: "Di nava hin filîman de wateya hêviyê diyar dibû. Pêwist e malbet li hember pêkanîna hêviyê ji zarokên xwe nebin bend. Em dixwazin zarok xeyalên xwe azad pêk bînin û astengiyan nejîn. Ger hêvî bên şikandin tu wateya jiyanê namîne û mirov bê vîn dimîne." 
 
'Hêza jinê dikare pergala serweran hilweşîne'
 
Jina bi navê Nisrîn Gedro ku weke beşdarvana mîhrîcanê bû jî li ser encamên mîhrîcanê yên erênî  axivî û wiha pê de çû: ”Ev mîhrîcan gavek mezin e ji bo me şêniyên Efrînê.  Îro em encama xebata xwe girt. Filîmê ku bêtir bala min kişand, filîmê 'jorî çukan' ê ji çanda Misrê bû. Ev filîm qala pêşengtiya jinê ji civakê re dike. ji bo wê pêwist e em hemû jin bibin yek û dazwaza mafên xwe bikin."