'Pênûsa li dest ciwanan afirandina siberojeke geş e'

  • 09:02 21 Îlon 2020
  • Çand û Huner
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Endamên Dîwana Meclîsa Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Fîdan Mihemed û Evîn Mihemed ku tevlî pêşbirka wêjeyî bûne, li ser girîngiya wêjeyê ji bo ciwanan ev tişt gotin: " Bi pênûsa ciwanan siberojek geş ji civakê re tê afirandin. Her wiha nirxên civakê bi pêşengtiya ciwana tên parastin û divê her ciwanek xwe bi pêş bixe."
 
Her ciwanek bi lêkolînên xwe dikare rûpelekî ji dîroka xwe biparêz e. Bi armanca danasîna girîngiya pênûsên ciwanan ji civakê re, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê pêşbirka wêjeyî bi navê ‘Pêşbirka şehîd Gerzan’ li dar xist. Dewreya duyem a pêşbirkê dê bi  dirûşma "Ciwanên afrîner misogeriya siberojek geş in"  li Kantona şehbayê bê kirin.  Têkildarî mijarê Endamên Dîwana Meclîsa Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Fîdan Mihemed û Evîn Mihemed ku tevlî pêşbirka wêjeyî bûne li ser girîngiya wêjeyê ji bo ciwanan nêrîna xwe anîn ziman.
 
'Pênûsa li dest ciwanan afrandina siberojek geş e'
 
Fîdan di destpêka axaftina xwe de tekez kir ku hebûna ciwanên afirîner di nava civakê de helbet dê siberojek geş bi afirîne û wiha got: "Weke ku tê zanîn ku her pênûsa li dest ciwanek î\ê di nava civakê de parastina rûpelek ji dîrokê ye. Ji ber vê yekê hebûna ciwanan di nava civakê dê bibe misogeriya siberojek geştir. Her wiha em wek Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê ji bo naskirina pênûsên ciwanan û pêşxistina wêjeya wan her sal pêşbirkeke wêjeyî li Kantona Şehbayê li dar dixin."
 
'Ciwan nirxên civakê diparêzin'
 
Fîdan di dewamiya gotinên xwe de anî ziman ku her ciwanek dikare tevli pêşbirkê bibe û wihapê de çû: "Ji ber ku ciwan pêşengtiya civakê dikin, her kes dikare beşdarî pêşbirkê bibe. Her wiha 7 şertên me ji bo tevlibûna pêşbirkê hene, ciwanê ku wê tevlî pêşbirkê bibe divê yan pexşa, şano,  helbest, çîrok yan jî gotar bi zimanê kurdî yan erebî nivîsandi be. Heta niha 15 ciwanan hatine Yekîtiya Rewşenbîran ku ji bo bi berhemên xwe tevli pêşbirkê bibin. Tevlibûna zêde ya ciwanan ji bo pêşbirkê parastina nirxên civakê ye."
 
'Pêşbirkên wêjeyî ji bo me tecrûbe ne'
 
Ciwana bi navê Evîn Mihemed ku tevli pêşbirka wêjeyî ya bi navê" Şehîd Gerzan" bûye jî anî ziman ku tevlibûna di pêşbirka wêjeyî de tecrûbeyek ji hemû ciwanan re ye û wiha got: "Her sal ez tevlî pêşbirka wêjeyî dibim, Ji ber ku tevlIbûna di pêşbirka wêjeyî de aliyên min ên kêm di wêjeyê de bi pêş dixe. Îsal ez ê dîsa bi helbestekê tevli vê pêşbirê bibim. Pêşbirkên wêjeyî tecrûbeyek ji hemû ciwanan re ye."