Hefteya hunerî di roja xwe ya duyem de didome

  • 20:07 1 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
ŞEHBA - Çalakiya hefteya hunerî di roja xwe ya duyem de li navçeya Şêrewa hat lidarxistin.
 
Bi dirûşmeya "Cineta yekemîn kevane, werin em bi hev re zêrîn bikin" Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê dest bi hefteya hunerî kirin û di roja xwe ya duyem de li navçeya Şêrewa ya girêdayî herêma Efrînê dewam dike. Şêniyên kampa Veger û gundê Ziyaretê amade bûn. 
 
Çalakiya îro bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê Şêrîn Reşîd axivî û wiha got: "Em wek Kevana Zêrîn şopdarên pakrewanên xwe ne ku em çanda xwe di nava civakê de zindî û belav bikin."
 
Paşê koma stranan a bi navê şehîd Rohînda ya zarokan stranê xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma şehîd Barîn jî şanoyek tundiya li ser jinê pêşkêş kirin. Her wiha koma şehîd Viyan Soran  govendê xwe pêşkêş kirin. Koma şehîd Berçem a stranan jî bi cilên foklorî huner ji şêniyên amade re pêşkêşkirin. 
 
Hefteya Hunerî duh jî li navçeya Ehdestê hatibû lidarxistin.