Hejmara nû ya Newaya Jin derket

  • 12:37 1 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Newaya Jin di hejmara xwe ya meha Tîrmehê de ji Kurdistanê heta Mînneapolîsê cih da rojeva jinan û gelan.
 
Hejmara Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin gihaşt ber destê xwendevanan. Di hejmara vê mehê de siyasetmedara Kurd Nîlufer Koç têkildarî konjonktura siyasî ya nû ya herêmê analîzên girîng kir û destnîşan kir ku di şert û mercê heyî de ya ku kurdan bi ser bixîne yekîtiya neteweyî ye.
 
Nivîskar Zîlan Diyar jî Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê û bandora wê ya li asta navneteweyî nivîsand. Zîlan got: "Em ew jin in ku baweriya xwe bi vê şoreşê re tînin" û destnîşan kir ku ji bo parastina şoreşê çi pêwîst be wê bikin. Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir, ya ku destketiyên Şoreşa Rojava mayinde bike şoreşa zîhniyeta civakî ye. Roza Metîna jî bal kişand ser guhertinên civakî yên piştî şoreşê. 
 
Doçenta Alîkar a ji Zanîngeha Mînnesotayê Serra Hakyemez bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî nijadperestiyê ku piştî qetilkirina George Floyd li DYE'yê dest pê kir. Zerya Gul jî ku çend hejmar e li ser rêgeha têkoşîna femînîst a sedsala 21'ê dinivîsîne, di hejmara dawî de jî qala têkoşîna jinê dike ku hîma bingehîn a modernîteya demokratîk e. Gulistan Îke jî bi sernavê "Êdî tarîfa dinyayê bi medya dijîtal pêkan e" li hejmara meha Tîrmehê nivîsî. Rojnamevan Sûna Tûnç jî bal kişand ser rewşa aktîvîstên jin ên li girtîgehên Îranê girtî ne.